NATO: Tirkiyê û Yewnanistanê ji bo rêgirtina li ber şer planeke leşkerî danîn

NAOT'yê ragihand ku Yewnanistan û Tirkiyê planeke leşkerî danîne ku rê li ber şerekî berfireh li rojhilatê Deryaya Spî bigire.

NAOT di daxuyaniyekê de got: "Piştî rêze civînan di navber nûnerên leşkerî yên Yewnanist û Tirkiyê de li avahiya NAOT ya li Brukslê, îro mekanîzmeyeke leşkerî dû alî ji bo rêgirtina li ber şer danîn."

Tirkiyê û Yewnanistanê li ser berhemên enerjiyê û sînorê deryayî yên rojhilatê Deryaya Spî bi nakok in.


Mijarên Din