NATO: Êrîşa Tirkiyê li Sûriyê gefan li gurkirina şerê li herêmê dixwe

Malpera Arabic Net English li ser zimanê sekreterê giştî yê NATO’yê ragihand ku êrîşa dewleta Tirk a li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê gefan zêdetir li gurkirina herêmê dixwe.

Sekreterê giştî yê NATO’yê Jens Stoltenberg got: "Rewşeke nearam li Sûriyê tevî azarên mirovî heye."

Stoltenberg diyar kir ku dema li Stenbolê bû "metirsiyên xwe aşkere kirin."

Stoltenberg di serdana xwe ya li Atînayê ya roja înê de wiha gotibû: "Divê em hemû bi bîr bînin ku pêdiviya me bi berdewama sekna bi hev re ya şerkirina li dijî yek dijminî heye ku ew jî DAIŞ e."

(fr)


Mijarên Din