Her du aliyan, piştî civîna sêalî ya şêwirmendên ewlehiya niştîmanî yên DYA, Îsraîl û Rûsyayê beriya 2 hefteyan, axivîn.
Pûtîn, Natanyahu ji bo sala bê vexwend da ku beşdarî bûyerên vejandina salvegera 75’emîn a serkeftina li dijî Almanyaya naziyan bibe.
Rojnameyê bal kişand ser ku di hefteya borî de 15 kes di êrîşa Îsraîlê ya li Sûriyê de li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihandiye, hatin kuştin. 9 ji wan ji hêzên alîgirên rejîma Sûriyê bûn û 6 jî sivîl in.
Li gorî ku di raporan de hatiye, êrîş ji hêla balafirên Îsraîlê û keştiyên şer ve pêk hatin. Êrîş li dijî hedefên girêdayî artêşa Sûriyê, hêzên Îranê û Hizbullahê yên li derdora Şam û Humsê bûn.
(fr)