Nasnameyên 7 şehîdên berxwedana Şêxmeqsûd hatin ragihandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Helebê nasnameyên 7 şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûd a Helebê ku sala 2016`an şehîd bûne, eşkere kirin.

Di civîna salane ya Tevgera Civaka Sivîl a bajarê Helebê ya 25-27 Gulana 2019’an de biryar hate dayîn ku sivîlên li ser banga TEV-DEM`ê beşdarî berxwedana taxa Şêxmeqsûd a sala 2016`an bûne û jiyana xwe ji dest daye, wek şehîd ragihînin.

Li ser vî esasî, bi merasîmekê ji aliyê Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê ve, nasnameyên 7 şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûd ku di 29`ê Gulana 2016`an şehîd bûn, eşkere kirin.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir, paşê endama Rêveberiya Kongreya Star Hêvîn Silêman û endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Remzî Bekir axivîn û îşaret bi girîngiya rola şehîdan di serkeftina berxwedanê de ku bi lehengiya şervanên azadiyê hate nivîsandin, kir.

Her wiha axaftvanan behsa hesasiyeta pêvajoya heyî kir ku hîna bêhtir hevgirtina di navbera pêkhateyên herêmê de dixwaze da ku li pêşiya dagirkeran bisekinin.

Merasîm bi dirûşmên silavkirina şehîdan bi dawî bû.

Nasmameyên şehîdan wiha ne:

Nav rast: Silêman Gulê Xeyrî
Navê tevgerê: Silêman
Dîroka şehadetê: 29.05.2016

Navê rast: Elî Hemdan
Navê tevgerê: Elî
Dîroka şehadetê : 29.05.2016

Navê rast: Mihemed Emûn
Navê tevgerê: Egîd
Dîroka şehadetê: 29.05.2016

Navê rast: Mihemed Izet

Navê tevgerê: Mihemed
Dîroka şehadetê: 29.05.2016

Navê rast: Hesen Mehlû
Navê tevgerê: Hesen
 Dîroka şehadetê: 29.05.2016

Navê rast: Mihemed El-Hecî
Navê tevgerê: Mihmed
 Dîroka şehadetê: 29.05.2016

(jo)

ANHA


Mijarên Din