Nasnameya endamekî TEV-DEM‘ê ku di girtîgehên Rejîma Sûriyê de şehîd bibû hate ragihandin

Meclisa Malbatên Şehîdan a Helebê bi merasîmekê nasnameya endamê TEV-DEM‘ê Şukrî Xalid Umer ku di 14‘ê Mijdara 2014‘an di girtîngehên Rejîma Sûriyê di bin îşkenceyê de şehîd bibû, ragihand.

Merasîm bi beşdarbûna bi sedan kesî li pêşiya mala şehîd Şukrî Xalid ya li beşê rojava yê taxa Şêxmeqsûdê hate lidarxistin.

Di bin konê merasîmê de wêneyên şehîdên berxwedana taxa Şêxmeqsûdê û Berxwedana Serdemê ya Efrînê, wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG, YPJ û Meclisa Malbatên Şehîdan hatin daliqandin.

Merasîm bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştre endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zuleyxa Qenber axivî  û got, şehîdên pêşengên civakê ne, ji bo jiyaneke azad û bi rumet canê xwe feda dikin. Zuleyxa got, ew ê li ser xeta şehîdan bimeşin heta armancên wan bi cih werin.

Bi navê YPG‘ê fermandar Nûrî Yekta jî destnîşan kir ku şehîd Şukrî li hemberî zulma Rejîma Sûriyê li ber xwe dan  û got: "Em ê li hemberî vê zulmê bêdeng nemînin û tola her kurdekî ku li ser wî zulm hate kirin rakin."

Piştre nasnameya şehîd ji aliyê endama Meclisa Malbatên Şehîdan Kurdistan Elîko ve hate xwendin û radestî malbata wî hate kirin.

Xuşika şehîd Şukrî, Aras Xalid Umer jî axivî û ev tişt anî ziman: "Şukrî sala 2006‘an bi tewana ku çalakvanekî siyasî ye ji aliyê Rejîma Sûriyê ve hate girtin, ji girtîngeha navendî ya Helebê birin girîtgeha Seydnaya,  di dawî de ew şandin girtîgeha Edra ya bi êşkenceyê tê nasîn. Di girîngehan de jî Şukrî dest ji berxwedanê û belavkirina fikrê azad berneda û nêrînên xwe der barê mafên gelê Kurd parve dikirin û roleke pêşeng di rêxistinkirina girîgehên siyasî di girtîngehan de lîst."

Aras diyar kir ku Şukrî û hevalên wî 17 rojan di giritîgehan Seydnayayê ketin greva birçîbûnê heta daxwazên wan bi cih werin û got, grev encam girt.

Merasîm bi dirûşmên "Şehîd namirin bi dawî bû".

ANHA


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir