Nameyek ji bo şehîd Şîlan; Jinên welatê te li ser berxwedana te mezin bûn

Xwarziya şehîd Şîlan Kobanê ji bo xaltîka xwe ya şehîd nameyek nivîsand û tê de wiha got: "Ey şehîda nemir. Jinên vê welatî li ser berxwedan, zanist û zanabûna te mezin bûn. Te em fêr kirin çawa em bijîn, xwe bi fikirê rêber Abdullah Ocalan bi çek bikin û rêya şehîdan bişopînin."

 (28`ê Mijdarê) salvegera 16`emîn a şehadeta endama Komîteya Navendî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Şîlan Kobanê û hevalên wê Zekeriya, Ciwan û Fûad e, ku di encama komployeke hevbeş a ajanên rejimên Sûriyê û Tirkiye de li bajarê Mûsilê şehîd bûn.

Bi vê boneyê, xwarziya şehîd Meysa Baqî (Şîlan Kobanê) nameyek li ser berxwedana şehîd Şîlan nivîsî.

NAME WIHA YE:

"Delala min û xwişka dayika min, ey gula welatê rojê û jina tekoşera dozê, ey hevala nemir Şîlan kobanê.

Ez biçûk bûm di hembêza dayika xwe de bûm, dema dayika min ez dimêjandim ji min re behsa qehremanî û serpêhatiya te dikir, ku te çawa serî li hember sîsetema baviksalariyê rakir û li hemberî sîstema dewleta Sûriyê serî netewand. Ji min re qal dikir çawa tu ji ber serhildan û lêgerîna li azadiyê di 12 saliya xwe de ket girtîgehên Sûriyê.

Xaltîka min Meysa, ey şehîda nemir Şîlan; jinên vê welatî bi berxwedan û zanista te mezin bûn.

Te em fêrkirin ku ji bona em bijî, pêwîst e em li ber xwe bidin. Ger em dixwazin jinên bi hêz bin pêwîst e em li ser hizir û felsefeya rêber Apo û berxwedana hevalên şehîd xwe zana bikin.

Xaltîka min, ez pir biçûk bûm her şevê dayika min ji min re behsa lehengiya te dikir. Dema ez mezin bûn, min pirtûkên te xwendin û min tu bêhtir nêzî xwe dît. Tu ne tenê xwişka diya min û xaltîka min e, tu her nêzî dil û canê min bû, îro jî tu rêhevala min e.

Ez bi navê te mezin dibim, ku dayika min ew nav li min kir û xwest navê te her li ser zimanan be û kêm be jî ji bo ez layiqî wê navî bim.

Xaltiya min a delal û rêhevala min a hêja; tu îro ne li nav me ye, lê tu li cihê herî pîroz e û navê herî paqij li xwe kirî (şehîd). Tu şehîda doza gelê xwe yî, tu şoreşgera doza azadiya jinên Kurd û jinên cîhanê yî.

Xaltiya min a hêja û bi rûmet, şehîd Meysa Baqî, îro ez dixwazim mizgîniya welatê rojê bidim te, ku bi hezaran qehremanên fedayî li ser şopa we dimeşin û soza wan ew e ku heta pêkanîna azadiya welatê xwe û gelê xwe, wê li ber xwe bidin û gav paşde navêjin.

Ey rêhevala min Şîlan, ez baş zanim ciqas bêjim li ser qehremantî û pîroziya te ku te xwe ji bo gelê xwe feda kir, ez ê kêm bimînim.

Xaltîka min û rêhevala min Meysa, di salvegera şehadeta te de birîna dilê heval û hogirên te nû dibe û êşa dilê me zêde dibe. Lê belê em ê sozên me dane te û hemû hevalên şehîd pêk bînin û em ê ti carî we ji bîr nekin û em ê li ser şopa we bin.

Keça xwişka te Meysa Îbrahim 

ANHA


Mijarên Din