Nameya Brîtanyayê ji Meclisa Ewlehiyê re: Bergiriya Îranê destwerdaneke derqanûnî ye

Brîtanyayê ji Meclisa Ewlehiyê re der barê girtina Îranê ya keştiya petrolê ya girêdayî wê de nameyek şand û tê de diyar kir ku bergiriyên Îranê li dijî keştiyê destwerdaneke derqanûnî ye.

Brîtanyayê nameyek ji Meclisa Ewlehiyê re şand û wiha tê de got: "Hêzên Îranê nêzî keştiya li ava herêmî ya li Seltenet Uman bûn. Bergiriyên Îranê li dijî keştiyê destwerdaneke derqanûnî ye."

Brîtanyayê di nameya xwe de diyar kir ku gefên li deryavaniya ava navdewletî nayên qebûlkirin û nakokiyan zêde dikin û bûyerên niha zêde bi fikar in.

Rojnameya Daily Telegraph di demeke berê de bi bîr xistibû ku wezîrên Brîtanyayê planên bi armanca ferzkirina cezayan li ser Îranê piştî girtina keştiya petrolê ya ku ala Brîtanyayê li Kendavê hildabû, nîqaş dikin.

Li gorî rojnameyê, tê pêşbînîkirin ku wezîrê karên derve yê Brîtanyayê Jeremy Hunt hin bergiriyên dîplomatîk û aborî roja yekşemê ragihîne.

Roja şemiyê Wezareta Karên Derve ya Brîtanyayê ragihand ku Londonê wezîrê kar û barên Îranê vexwend. Ew jî piştî girtina keştiya Brîtanyayê li Tengava Hurmizê ye.

Îranê dest danî ser keştiya Stina Empero ya ala Brîtanyayê hildabû, tevî 23 karmendên wê. Pergala deryavaniyê kifş kir ku keştî ji perava El-Fecêra ber bi perava Erebistana Siûdiyê ve diçû.

(fr)


Mijarên Din