Nakokiyên PDK û YNK'ê zêde dibin: Li dijî avahiya PDK’ê ya Silêmaniyê êrîş

Piştî ku asayîşa PDK’ê nehişt rêveberê YNK'ê Mahmûd Sengawî bikeve Hewlêrê, aloziya di navbera PDK û YNK'ê de zêde dibe. Her wiha li dijî avahiya PDK'ê ya Silêmaniyê êrîşeke çekdarî pêk hat.

Nakokiyên di navbera PDK û YNK'ê her carê bi rengekî cuda xwe nîşan didin. Rêveberê YNK'ê Mahmûd Sengawî duh xwest biçe Hewlêrê, lê belê asayîşa PDK'ê nehişt Sengawî bikeve nava bajêr.

Ji rêveberên YNK'ê Bafil Talebanî, Lahor Şêx Cengî Talebanî, endamên Komîteya Navendî ya YNK'ê, rûspiyên eşîrên Çîmen Çemçemal, Germiyanê nerazîbûna xwe ya ji ber astengkirina serdana Sengawî eşkere kir.

Cîgirê yekemîn ê sekreterê YNK'ê Kosret Alî Resûl jî nameyek ji serokê giştî yê PDK'ê Mesûd Barzanî re nivîsî ku tê de nerazîbûna xwe ya li dijî vê rewşê vegot.

Li dijî avahiya PDK'ê ya Silêmaniyê êrîşa çekdarî

Piştî ku aloziya ji ber vê bûyerê di navbera YNK û PDK'ê de rû da, êvarê li dijî avahiya PDK'ê ya li bajarê Silêmaniyê êrîşeke çekdarî hate kirin. Piştî ku pêşmergeyên li ber avahiya PDK'ê bersiv da, demeke kurt şer qewimî. Her wiha serê sibehê li hin deverên Silêmaniyê dengê çekan hate bihîstin.

PDK'ê der barê mijarê de daxuyaniyek weşand û YNK ji êrîşê berpirsyar nîşan da. Di daxuyaniyê de hate gotin ku asayîşa YNK'ê ji serokatiya wan a bajêr berpirsyar e û YNK wek berpirsyarê êrîşê hate nîşandan. PDK'ê her wiha gef xwar ku eger tiştek bi serê wezîfedarên wan ên li serokatiya bajêr de bê, dê Hewlêr bersivekê bide.

YNK'ê jî diyar kir ku ji wesayitekê gule hatine reşandin û ji bo tespîtkirina wesayitê û yên di wesayitê de karên wan didomin.


Mijarên Din