Nakokiyên bi salan ên Tehran û Washingtonê

Geşedanên ku li ser erdnîgariya Rojhilata Navîn rû didin, bi xwe re aloziya di navbera Îran û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de jî bêhtir eşkere dikin. Pirsa herî girîng ku her kes meraq dike, ew e ku ev nakokî wê bigihîje şerekî germ an na?

Di navbera gotina “Seriyê şer” ku rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) pê Îranê wesif dikin û gotina “Şeytanê mezin” ku fermandarên Îranê ji bo DYA’yê bi kar tînin de têkiliyên her du aliyan di xeteke bigirêk de dimeşe anku di navbera şer û rêkeftina berbiçav de.

Dostaniya Washington û Tehranê

Di sala 1955‘an de, di serdema Şah Mihemed Riza Pehlewî de têkiliyên di navbera Washington û Tehranê de li ser esasê dostaniyê hatibûn avakirin. Her du welatan "peymana dostaniyê" mohr kiribû. Ev lihevkirin di dirêjahiya salên şoreşa îslamî li welat de berdewam kir bêyî tu alî îptal bikin.

Vê peyamê cihekî mezin da Îranê ta gihîşt sûkên Amerîkayê û garantî ji hikumeta federal wergirt.

Amerîkayê bingehên çekên nukleerî yên Îranê danîn

Ya herî girîng ew bû ku ev peyam rê li pêşiya Îranê vekir da ku çek û alavên leşkerî ji Amerîkayê bikire. Ev yek heta dawiya salên 70‘yî yên sedsala derbasbûyî dewam kir ku Îranê li gorî wê çekên nukleerî yên herî pêşketî ji Neteweyên Yekbûyî wergirtin.

Peymana 1955‘an gava destpêkê bû ku Amerîkayê hêzên xwe di hundirê Îranê de zêde bike û pê re 18 peyamên din îmze kirin, di wê demê de bingeha hevalbendiyekê di navbera her du welatan çêkir. Ji wan peymanan "Bernameya otonomî ya Amerîkî ya ji bo aştiyê" anku sazkirkirina berhema yekemîn a nukleerî li Îranê ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê di dirêjahiya salan de bi rê ve bir û tevahî lêçûna wê girt ser xwe.

Li aliyekî din jî Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê ji bo 20 xwendekarên destpêkê yên Îranê yên ku zanistana nukleerî di zanîngehên Amerîkayê de dixwendin, xelekeke lêkolînerî pêşkêş kir. Peymana dualî rê ji bo perwerdekirina leşkerî ji karmend û saziyên îstîxbaratî yên Îranê re li Amerîkayê  vekir, bi taybet li ser balafir û teknîkê.

Li gorî lêkolîneran DYA’yê ji van peymanan armanc dikir ku hêzên xwe li Îranê zêde bike heta ku bigihîje Çînê. Niha Trump mîna vê kiryaran dubare dike ku hebûna hêzên xwe li welatên Asyaya Navîn xurt bike.

Ya balkêş di vir de ew e ku tevî êrîşên her du aliyan li ser balyozxaneyên hev, lê vê peymanê berdewam kir. Herî dawî Îran di Tebaxa 2018‘an de li ser binpêkirinên DYA‘yê ji peymana sala 1955‘an gilînameyek li dijî DYA‘yê  pêşkêşî li Dadgeha Navdewletî kir.

Dostên hev bûn dijmin

Piştî hilbijartina Mihemed Misdeq wek serokwezîr di sala 1951‘an de ji aliyê parlamantoyê ve, alozî di siyaseta Îranê de derket. Misdeq der barê netewîkirina petrol û gazê de biryar derxistin, ev yek rastî nerazîbûna Brîtanya û Amerîkayê hat.

Li aliyekî din jî li ser belavkirina erkên hikumetê di navbera Şah û Misdeq de nakokî derketin, di dawiyê de Şah neçar ma ku biryarên Misdeq derxistine, erê bike. Piştre jî artêşê bi hevkariya îstîxbarata Brîtanya û Amerîkayê derbeyek li hemberî hikumeta Misdeq pêk anî û desthilatdarî li Şah vegerand ê ku operasyonên berfireh ên binçavkirinê pêk anîn. Ji ber vê dijminatiya Îran û DYA‘ê zêde bû.

Xumeynî ji van nakokiyan sûd wergirt û dest bi komkirina alîgirên xwe kir da ku li dijî Şah derkeve û di sala 1979‘an de sîstema Şah hilweşand û bû lîderê bilind ê Şoreşa Îslamî. Piştî demeke kurt bi dehan xwendekaran girt ser balyozxaneya Amerîkayê ya li Tehranê û bi dehan dîplomat û karmend rehîn girtin û 444 rojan li gel xwe hiştin. Xwendekaran xwest Şah ê reviyabû, ji bo darizandinê were radestkirin.

DYA‘yê di sala 1980‘yan de têkiliyên xwe yên dîplomatîk û bazirganî bi Îranê re qut kirin û ayidên wî yên li Amerîkayê desteser kirin û derxistina mal ji bo Îranê qedexe kirin.

Di heman salê de hewldana rizgarkirina rehînên amerîkî yên li gel Îranê têk çû, dema du balafirên Amerîkayê li bejahiya Lûk li hev qelibîn ku di encamê de 8 leşkerên wê canê xwe ji dest da.

Di sala 1981‘an de piştî ku Ronald Reagan bû serokê Amerîkayê li pey Jimmy Carter, Îranê rehînên Amerîkayê berdan. Di sala 1984‘an de Washington, Îran xist lîsteya "Dewletên destekê didin terorê."

Di serdema George Bush de aloziya di navbera Washington û Tehranê de girantir bû. George Bush di sala 2002‘yan de Îran xist lîsteya “dewletên mihwer şer" û asta cezayê li ser wê girantir kir. Serokê Îranê yê wê demê Mehmûd Ehmedînejad bernameya zêdekirina berhêma uranyumê xist rojevê û li ser wê xebitî.

Nakokiyên her du welatan heta hatina Barack Obama berdewam kirin ku hewl da aloziya li Rojhilata Navîn kêm bike. Obama  di navîna sala 2015‘an de bi navbeynkariya Yekitiya Ewropayê bi Îran û welatên mezin ên di Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî de cih digirin re ‘Peymana 5+1’ îmze kir.

Di serdema Donald Trump de jî ku hewl dide bi hêz û gefan çareseriyê pêk bîne, dosyaya Îranê di nav erkên destpêkê yên rêveberiya wî de cih girt. Trump beriya bibe serok di propagandayên hilbijartinê de ragihand ku ew peymana nukleerî ya bi Îranê re red dike û di sala 2017‘an de ji peymana nukleerî vekişiya û li gorî pêvajoyan ceza li ser Îranê giran kirin.

Têkiliya dosyaya nukleerê bi nakokiyên li Rojhilata Navîn ve

Trump di destpêkê de stratejî daniye ku li gorî wê peymana nukleerê ya Îranê bi nakokiya li Rojhilata Navîn ve girê dide. Ew ev yek piştî hilbijartina Mike Pompeo wek wezîrê karên derve û John Bolton wek şêwirmendê ewlehiya neteweyî ya Amerîkayê yên wek pêşengên “baz”an tên nasîn, nakokî zêde bûn.

Mike Pompeo di xîtabeke xwe de got: "Îranê peymana nukleerî ya di 2015’an de hatiye îmzekirin, wek şansekê dît da ku herêma Rojhilata Navîn vegerîne qada şer û nakokiyan. Her wiha pereyên ku bi saya peymana nukleerê wergirtine bi kar tîne da ku desthilata xwe berfireh bike û destekê bide çalakiyên terorî, Hizbullah, Hûsî û milîsên dîtir ên li Iraqê. "

Mike Pompeo hin merc ji bo Îranê danîn da ku fişarê lê sivik bike. Ji wan mercan jî, rawestandina çalakiyên xwe yên nukleerê, balîstîk û rawestandina piştevaniya komên xwe yên li Rojhilata Navîn.

Şer an lihevkirin

Bi dijwarbûna nakokiyên li Rojhilata Navîn re, ji Sûriyê bigire heta Lubnan, Filistîn, Yemen û heta herêma herî germ ên ava Kendavê ve, nakokî di navbera Îran û Amerîkayê de gihîştin lûtkeyê ku ji ber wê herêm li pêşberî şerekî mezin e.

Lêkolînêrê  têkiliyên navdewletî û kar û barên Îranê Dr. Îyad El-Mecalî der barê mijarê de ji ajansa me ANHA’yê re wiha anî ziman: "Ev rêbaza cezayan, şerekî aborî yê dijwar pêk tîne. Ji ber wê desthilata siyasî ya Îranê bi rêya saziyên xwe û Wezareta Karên Derve, kiryarên stratejîk ên li ser keviyê li hember bergiriyên Amerîkayê, pêk anîn. Li rexê jî belgeya xwe ya herî xurt çi peymana nukleerê ya ku hevalbendên wê yên Ewropî biparêze yan jî belgeyên din ên fişarê be ku wekî gefan li hember destdirêjiyên Amerîkayê û baregehên asîmanî yên li herêmê bikevin hedefên darbeyên hêzên Îranê, bi kar tîne. Her wiha belgeyên hêzê yên Îranê garantiya serweriya li ser Kendav û Tengava Hurmizê jî pêk anî.”

El-Mecalî wiha lê zêde kir: "Belgeya bihêztir a di destê rejîma siyasî ya serwer de kêmkirina bendên peymana nukleerê û zêdekirina hilberîna uranyûmê ye. Niha jî amadekariyên avêtina gava sêyemîn a pêşxistina sîstema ferzkirina navendî, rakirina alavên kevn û aktîfkirina bernameya nukleerê. Vê gavê ji bo DYA’yê û hevalbendên wê fikar çêkir. "

Li gorî El-Mecalî asta bilindbûna nakokiyan, herêm vegerand navenda tevlihevî û lêdana dahola şer di navbera aliyên krîzê de. Wê jî hişt Îran li ser hevalbendên xwe yên ewropî berpirsyariyên xwe der barê peymana nukleerê û parastina ji hilweşînê, pêk bîne. Da ku YE ceza û fişarên DYA’yê yên aborî li Îranê bişikîne.

Der heqê bûyeran de El-Mecalî wiha diyar kir: "Nakokiya di navbera DYA’yê û Îranê de piştevaniya aliyên aktîf pêk tîne. Jê jî YE’yê û hevalbendên peymana nukleerê, hewl didin rewş û nakokiya heyî bihedirînin.”

Dîplomasiya Ewropayê di vê hêlê de çalak bû û însiyatîfên siyasî yên ku hişt Îranê li ser maseya diyalogê rûne, dosyayên xwe fireh bike û dozên ku hê rêveberiya Amerîkayê hewl dide bi rejîma Îranê re rast bike, pêşniyar kirin.

Her wiha DYA bi rêya cezayên xwe yên li ser Îranê hewl dide desthilata siyasî ya Îranê neçar bibe rêbazên xwe yên siyasî yên der barê destwerdana li kar û barên dewletên cîran biguherîne, ji nû ve dosyaya roketên balîstîk ên Îranê lêkolîne bike û parastina şoreya navdewletî ya li ava Kendavê diyar bike.

Lêkolînerê kar û barên Îranê wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Xebatên dîplomatîk ên ji tevahî aliyên civaka navdewletî, bi armancên aramkirina rewşê û nêzbûna nêrînan in. Ew ked jî ber bi rêya hevdîtina nêz a di navbera Rûhanî û Trump de ye. Ev hevdîtin jî dê hin cemidandinên di navbera her du aliyan de rake û dê derfeta rûniştina li ser maseya diyalogan pêk bîne.”

Gelo Bolton buhayê lihevkirina bi Îranê re da?

Rêveberiya Trump di van demên dawîn de piştî tevgerên dîplomasiyê bi John Bolton re di Koşka Spî de bi nakok bû. Dûre Bolton beriya çend rojan îstîfa kir. Her wiha hin agahiyên der barê diyalogên yekser ên di navbera Washington û koma Ensarullah El-Hûsî ya li Yemenê de, hatin belavkirin ku ne pêkan e Îran jî dê di wan diyalogan de tune be. Torên çapemeniya Amerîkayê jî ragihand ku diyalog, xeleka destpêkê ji lihevkirina giştî ya bi Îranê re ye.

Her tim serokê Amerîkayê Donald Trump tekez dikir ku Îran dixwaze diyalog pêk were. Lê hin rayedarên Îranê astengiyan der barê diyalogên bi Washingtonê re dibîne ku “şeytanê mezin” e. Ji ber ku Washinton bi hin bawerî û sembolan ve girêdayî ye.

Tê payîn ku Trump û Rûhanî di demeke nêz de li hev bicivin. Lê tê tekezkirin ku nîqaş dê ne tenê li dosyaya nukleerê be û dê derbasî şerê li Rojhilata Navîn be jî. Her wiha li ser her du dewletan ne hêsan e ku lihevkirinan zû pêk bînin. Lê belê ne dûr e ku lihevkirin der barê rawestandina lêdana dahola şer li herêmê de û diyalogên nepen li ser lihevkirina giştî pêk werin.

(fr/bb)

ANHA


Mijarên Din