Nakokiya Rûsya-Tirkiyê li Sûriye, Lîbya û Azerbêcanê

Nakokiyên têkiliyên Rûsya û dewleta Tirk zêde dibin li gel têkilbûna dosyayên hevpar di navbera her du welatan de li Sûriye û Lîbyayê û eniya nû li Azerbêcanê. Dema ku şer li Idlibê gur dibe dewleta Tirk şerê li Lîbyayê gurtir dike. Gelo rewş heyî ber bi ku ve diçe?

Asta şer li Idlibê di van rojên dawîn de giran bû. Di 14`ê Tîrmehê de êrişek li dijî dewriyeya Rûsya-Tikriyê ya hevpar li ser rêya M4 pêk hatibû û di encamê de 3 leşkerên Rûsyayê birîndar bûn.

Her wiha firokeyên bêpîlot hewl da baregeha Himêmîm a Rûsyayê li ser perava Sûriyê bikin hedef. Rûsyayê çeteyên dewleta Tirk bi vê êrişê tawanbar kirin.

Ji van nîşaneyan xuya dibe ku nakokiya di navbera Rûsya û Tirkiyê de wê kûrtir bibe. Ruxmî dan û standinên heyî lê têkiliyên Rûsya-Tirkiyê di çend rojên derbasbûyî de nakoktir bûn.

Rûsya wek bersivekê li hemberî êrişa li dijî baregeha Himêmîm, bi rêya balafirên xwe êrişî gundewarên Idlibê, Lazîqiye û Babê yên di bin kontrola çeteyên dewleta Tirk de kir.

Enqereyê jî bi rêya firokeyên bêpîlot êrişî nuqteyeke Rûsyayê li bajarê Dirbêsiyê kir û di encamê de gelek leşkerên Rûsyayê birîndar bûn.

Li gel vê gurkirinê ya di navbera her du aliyan de, dewleta Tirk a dagirker xurtkirina hêzên xwe li Sûriyê ranewestand. Li aliyekî din jî hikumeta Sûriyê û Rûsya sewqiyeta leşkerî dişînin parêzgehê.

Ji ber ku aliyên mudaxeleya Sûriyê dikin heman aliyên ku mudaxeleya Lîbyayê dikin. Êdî bûyerên ku li her du welatan rû didin bi hev ve girêdayî ne. Dewleta Tirk hêzên xwe ber bi bajarê Sirteyê ve dişîne.

AMERÎKA DEWLETA TIRK LI DIJÎ RÛSYAYÊ BI KAR TÎNE

Têkildarî mijarê nivîskar û lêkolînerê siyasî Ehmed Dirzî got: “Diyar e ku dewleta Tirk wek encama lihevkirina di navbera Turmp û Erdogan de ya 8`ê Hezîranê, bi awayekî zelal mudaxeleya Lîbyayê kir, herêmên rojavayê Terablusê kontrol kirin û piştre berê xwe da Sirteyê. Ev tenê bi erêkirina Amerîkayê û di çarçoveyeke amerîkî de li dijî Rûsyayê pêk hat. Tevî ku berê xwe ber bi Yemenê ve birin.”

Dirzî destnîşan kir ku lihevkirinên Tirkiye û Amerîkayê bi awayekî zêde bandor li Sûriyê dike. Bi taybet herêma Idlibê. Idlib gelekî girêk e û ji ber girêdana wê bi qada navdewletî, çareserî bi hêsanî çi bi şer an jî bi rêya aştiyê, ne pêkan e.

HEWLDANA RÛSYAYÊ YA DOMDAR JI BO KU TIRKIYÊ BER BI XWE VE BIKIŞÎNE

Dirzî got: “Ez bawer nakim ku sewqiyatên leşkerî yên Sûriyê ber bi Babê ve, ji bo şer kirine. Bi taybet ku Rûsya siyaseta kişandina serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan ber aliyê xwe ve dimeşîne.”

Girêdayî nakokiya di navbera Rûsya û dewleta Tirk de Dirzî got: “Nakokiyeke mezin di navbera berjewendiyên her du welatan de heye. Ev nakokî li gorî berjewendiyên Amerîkayê ye. Amerîka li ser bingeha dijminahiya bi Rûsya û Çînê re, hewl dide desteka tevahiya aliyên ku firehbûna Rûsya û Çînê li herêmê asteng dikin, bike. Bi hêsanî mirov dikare bêje, şer dijwar e madem Rûsya negihaşt wê baweriyê ku nikare Tirkan ber bi xwe ve bikişîne.”

Têkildarî hedefgirtina hêzên Rûsyayê li bakurê Sûriyê ji aliyê dewleta Tirk ve Dirzî ev tişt rave kir: “Êrişa li dijî hêzên Rûsyayê ne şaş bû. Lê belê li gorî siyasetên dewleta Tirk ên li dijî Rûsyayê ne. Dewleta Tirk careke din muzexaneya Ayasofya veguherand mizgeftê. Bi vê yekê peyamekê ji bo şidandina demara olê li Tirkiyê û di navbera Tirkan de bi giştî, li Asyaya Navîn û misilmanên din e.”

Dirzî destnîşan kir ku dewleta Tirk bi vê yekê peyamekê dide Rûsyayê. Ji ber ku Ayasofya ji bo ortodoksan semboleke dîrokî ye û di dîroka Rûsyayê de gelekî girîng e.

Dirzî diyar kir ku hedefgirtina Rûsyayê bi firokeyên bêpîlot gelek peyamên diyar nîşan didin ku dewleta Tirk dixwaze hêviyên xwe li bakurê Sûriyê û bakurê Iraqê pêk bîne. 

ŞER NÊZÎK DIBE

Nivîskar û lêkolînerê siyasî di dawiyê de got: “Rewş wisa namîne. Şer tê, lê kengî, ne diyar e? ev girêdayî şaştiya mezin a ku dibe Erdogan pêk bîne. Nîşaneyên wê jî bi rêya piştgiriya nakokiya di navbera Ermenistan û Azerbêcanê de û biçekkirina Azerbêcanê diyar bûn. Ger şer di navbera wan de dest pê kir dê bandorê li helwesta Rûsya û Îranê bike. Li gel ku Îran bi rêya Azerbêcanê ji hêla Mosada Îsraîlê û îstixbarata Amerîkayê ve tê hedefgirtin.”

(şx)


Mijarên Din