Nakokiya Mexlûf û Esed dîsa gur dibe

Piştî ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê karmendên şîrketa Syriatel û Komeleya Bustan ên Ramî Mexlûf girtin, mijara girtinê careke din vegerî rojevê. Hikumetê gelek efserên ku dezgehên çapemeniyê îdia dikin ku alîgirên Ramî Mexlûf in, girtin.

Milyardêrê sûrî Ramî Mexlûf kurê xalê Beşar Esed beriya çend mehan dîmenek li ser hesabê xwe yê Facebookê belav kiribû û tê de giliyê Esed dike ku hikumeta wî 100 milyon dolar wek bacên paşxistî li şîrketa Syriatel ferz kiriye. Ev jî derî li pêşiya sedem û armancên eşkerekirina Ramî Mexlûf wan nakokiyan di vê demê de bi taybet vekirin.

Ramî Mexlûf eşkere kir ku hêzên ewlehiyê yên hikumeta Sûriyê dest bi girtina karmendên şîrketa wî kiriye. Her wiha Mexlûf êrişî hikumetê kir û got zext bi rêbezeke neyê qebûlkirin û dermirovî dest pê kir. Mexlûf ew bûyer bi xetereyên mezin wesifandin.

Reutersê girêdayî mijarê da zanîn ku hikumeta Sûriyê roja sêşemê 19`ê Gulanê biryara “ragirtina îhtiyatî” li ser samyanên Mexlûf, hevser û zarokên wî derxist.

Li gorî çavdêran dawiya aloziya di navbera Ramî Mexlûf û hikumeta Esed de ne baş e.

(şx)


Mijarên Din