Nahêlin siyasetmedarên HDP’yî yên destgîrkirî heta 24 saetan parêzerên xwe bibînin

Bi hinceta “Lêpirsîna Kobanê” vê sibehê polîsên dewleta Tirk gelek siyasetmedar û endamên HDP’ê destgîr kirin û biryara 24 saetan sînorkirina hevdîtinê ya parêzeran der barê wan de hate dayîn.

Di “Lêpirsîna Kobanê” ya Serdozgeriya Komarê ya Enqereyê ya dewleta Tirk a li dijî HDP’iyan de biryara destgîrkirina 82 kesan hate dayîn. Pêla destgîrkirinê li 7 bajaran pêk hat û gelek siyasetmedar hatin destgîrkirin. Lêpirsîn bi hinceta bûyerên 6-8’ê Cotmehê yên Kobanê pêk hat. 

 

 

Der barê siyasetmedarên destgîrkirî de biryara sînorkirina hevdîtina parêzeran a 24 saetan hat dayîn. Hat îdiakirin ku biryara sînorkirinê ji bo “tunekirin û reşkirina delîlan” wek hincet hatiye nîşandan.

Hat zanîn ku lêpirsînê bi îdiayên “Xerakirina yekitî û tevahiya dewletê”, “Bi qestî kuştin”, “talankirin”, “ji azadiyê bêpar hiştin” û “xisar dane mal û milkên giştî” der barê HDP’iyan û siyasetmedaran de dest pê kiriye.


Mijarên Din