​​​​​​​Naftali Bennett: Îran dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kir

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê yê ku dema erka wî bidawî bûye Naftali Bennett got, Îranê dest bi vekişandina hêzên xwe ji Sûriyê kir.

Naftali Bennett got divê fişara li ser Îranê berdewam bike.

Her wiha destnîşan kir ku Îsraîlê bi sedan êrişên hawayî li dijî hêzên Îranê û tevgerên wê li Sûriyê û Hizbullah pêk anîne.

Bennett di axaftina xwe ya dawîn de got: "Îranê bi awayekî mezin asta karê xwe li Sûriyê kêm dike. Ji wê zêdetir dest bi valakirina hinek baregehên xwe kiriye."

Bennett wiha domand: "Ruxmî ku Îranê dest bi vekişînê ji Sûriyê kiriye lê pêwîste em karê xwe temam bikin  madem mijar hîna di destê me de ye."

(şx)


Mijarên Din