Nadine Menza: Tiştê Tirkiyê li bakurê Sûriyê kiriye, komkujî ye

Cîgira Serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî bang li civaka navneteweyî kir ku kiryarên li herêmên dewleta Tirk dagir kirine, paşguh nekin û got: "Tiştê ku dewleta Tirk dike di asta qirkirina komî de ye û dem hatiye ku cezayan li dijî wê ferz bikin."

Cîgirê serokê komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyî Nadine Menza ji ANHA’yê re li ser nirxandina komseriyê ya pirrengiya olî, çandî û jiyana hevbeş a li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bandora dewleta Tirk a dagirker a li ser vê pirrengiyê û bêdeniya navneteweyî der barê sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li dijî pêkhateyên herêmên dagirkirî ji Sûriyê de, axivî.

Nadine Menza wiha got: "Em Komseriya Azadiya Olan rewşa olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dinirxînin ku ev destkeftinên mezin in. Ev cihê yekane li Rojhilata Navîn e ku mirov dikare tê de ola xwe bi azadî pêk bîne."

Nadine Menza wiha domand: "Ez li vir im da ku herêmên cihêreng bibînin û rêveberiyên ku azadiya olan, mafên jinan û mirovan diparêzin çawa dixebitin."

Têkildarî herêmên ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê dagir kirin û azadiya olan tê de Nadine Menza wiha da zanîn: "Me gelek pêşniyar der barê rewşa Sûriyê de pêşkêş kirin, jê jî divê dewleta Tirk ji Sûriyê vekişe."

Nadine Menza wiha diyar kir: "Dewleta Tirk êrişî herêmên Sûriyê kir, mafên azadiya bawerî û olan têk bir."

Nadine Menza eşkere kir ku li gel wan kongreyek di Hezîrana borî de hebû û wiha pê de çû: "Me sûcên ku dewleta Tirk pêk tîne belge kirin. jê jî qetilkirin, tecawîzkirin, guhartina olî bi zorê, revandin, guhartin û wêrankirina cihên ol û goristanan û guhartina demografî û bicihkirina koçberên ji herêmên dîtir li şûna şêniyên resen. Ev kiryar di asta qirkirina komî de ne."

Nadine Menza diyar kir ku komserî der barê herêmên ku dewleta Tirk ji Sûriyê dagir kirine, pir bi fikar e û wiha axivî: "Jin rojane tên revandin, perestgehên êzidiyan tên wêrankirin. Her wiha gelek doz ji komseriya navneteweyî re tên rakirin da ku pê biaxivin."

 

Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefxwarinên ji jiyana aştî re tevî peymanên dawîn ên di navbera Tirkiyê û DYA’yê de, Nadine Menza destnîşan kir: "Dewleta Tirk li gorî DYA’yê hê jî dewleteke endamê NATO’yê ye. Ev jî dibe mijareke pir bi girêk ji bo dewletên endam ên dîtir re. Ji bo çawaniya danûstandina bi dewleta Tirk re."

Girêdayî mijarê Nadine Menza wiha bi lêv kir: "Wek hûn dizanin, parçeyek ji xebata ku ez dikim, belgekirina rewşên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û herêmên ji aliyên dewleta Tirk ve hatine dagirkirin. Hedef jê jî em bihêlin civaka navneteweyî li vê yekê binêre û ew êdî ew nikare sûcên li dijî kêmneteweyên olî pêk tên paşguh bike. Divê her dewletek li ser vê yekê biaxive û fişarê li dewleta Tirk bike, da ku ji Sûriyê vekişe."

Nadine Menza destnîşan kir ku divê endametiya dewleta Tirk di NATO’yê de ji van aliyan re nebe hincet, divê tiştekî girîng bi hev re bikin, ne ku sûcan li dijî sivîlan bê sedemên pêbawer bike.

Li ser karîna DYA’yê ya danîna sînorekî ji sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê re, Nadine Menza berdewam kir ku têkiliyên dewleta Tirk bi DYA’yê pir di nava hev de ne. DYA’yê hewl dide rastiya ku dewleta Tirk sûcan dike paşguh bike. Lê belê êdî nikare vê yekê paşguh bike.

Nadine Menza texmîn dike ku Kongreya Amerîkayê dixwaze qanûna cezayan pêk bîne, ev yek di pêş Parlantoyê re der bas bû. Divêya bû ku di pêş senatoyê re jî derbas bibûya. Lê xwesteka kongreyê a ferzkirina cezayan li dijî dewleta Tirk nîn e û wiha got: "Dem hatiye ku DYA’yê ferzkirina cezayna li dijî dewleta Tirk lêkolîn bike. Erdogan perspektîfên serok Trump a pêkanîna sûc û qetilkirina şêniyan paşguh kir."

Li dawiyê Cîgira serokê Komseriya Amerîkayê ya Azadiya Olan a Navneteweyîa Nadine Menza wiha got: " Girîng e ku serok Trump agahdar bibe ku ceza li dijî Tirkiyê der barê sûcên wê de bên ferzkirin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din