Muxalifên Sûriyê ji komîteya destûrê bê hêvî ne

Pişt lûtkeya serokên Rûsya, Îran û Tirkiyê li Enqereyê sekreterê giştî yê NY`yê Antonio Guterres avakirina komîteya destûrê ragihand. Nûnerên 5 milyon gelê Sûriyê ji komîteyê hatin dûrxistin. Ji ber wê nîqaşên mezin di nav qadên demokratîk de çêbûn.

"Garantorên Astanayê"  Rûsya, Tirkiye û Îran qonaxa yekemîn a dosyaya komîteya destûrê di civîna xwe ya li Enqereyê de ya ku di 6`ê vê mehê de li dar ket, bi dawî kir.

Rûsyayê di 2016`an de dest bi propagandaya destûra nû ya Sûriyê kir. Di 24`ê Gulana 2016`an de rojnameya El-Exbar a Lubnanê ya nêzî rejîma Sûriyê got Moskov amadekirina projeya destûra Sûriyê bi dawî kiriye. Her wiha Rûsyayê di wê destûrê de qanûn û madeyên destûrê danîn da ku bala aliyên Sûriyê bikişîne.

Lê piştî ku Rûsya, Îran û Tirkiye li ser qada Sûriyê gihaştin lihevkirinan û biryara herêmên bêçek hate pêkanîn ku wan dewletan ji bo bicihkirina berjewendiyên xwe û dagirkirina axa Sûriyê bi kar anîne, diviyabû armanca destûrê were guhertin bi şêwazekê ku dagirkerî û hegemonyayê li ser gelê Sûriyê rewa bike.

Vê koalîsyonê nexşerêya leşkerî ya li Sûriyê li gorî berjewendiyên xwe yên nû guherand. Tirkiyê çeteyên xwe ji gelek herêman ji Xûta, gundewarên Helebê, Hims û Idlibê kişandin. Di wan lihevkirinan de Tirkiyê Efrîn dagir kir û çeteyên xwe tevî malbatên wan anîn da ku demografiya wan herêman biguherîne.

Piştî wan hemûyan, koalîsyon dibîne ku serkeftina leşkerî ya ku pêk hatiye, dê kêm bimîne eger bi rêya pêşketineke siyasî ku berjewendiyên wan pêk tîne, nehat rûniştandin. Êdî destûra Sûriyê, bû dergeha wan.

Rûsya dê bi rêya komîteya destûra Sûriyê hewl bide hegemonyaya xwe ya siyasî li ser herêmê ku ji destpêkê ve qaşo bi ‘Sûriyeya kêrhatî’ bi nav kiriye, yên di bin kontrola rejîma Sûriyê de bide rûniştandin. Lê stratejiya Tirkiyê li ser xurtkirina çeteyên girêdayî xwe yên ku ji bin emrê wê dernakevin ava dibe. Her wiha bi rejîmê re bikeve diyalogê da ku wan bike beşek ji desthilata bê. Tevî ku piştgiriya wan bike ji bo ku komên çekdar kontrol bike. Niha ew li Cerablus, Ezaz, Idlib û Efrînê ne. Tirkiye bi vê yekê hewl dide para wê di hemû çareseriyên siyasî de hebe.

Opozîsyon ne razî ye

Têkildarî avakirina komîteyê û rastiya nûnertiya opozîsyonê tê de lêkolînera siyasî û muxalif Leme El-Etesî dibêje: "Bi nêrîna hêzên mezin ên derve; mebesta min Amerîka, Rûsya û Ewropa ne, dem nehatiye ku nîqaşa Sûriyê ya neteweyî û cidî di navbera tevahiya pêkhateyên Sûriyê de girêdayî jiyana hevpar di pêşerojê de pêk were. Lê pirsa niha ne ev e ku pirs girêdayî paşguhkirina hinek aliyan e. Yanî hundir bi planên ku li derve têne kirin, ne eleqedar e. Axaftina niha li ser destûrê tenê însiyatîfeke şiklî ye û tu encamên wê yên cidî li ser asta neteweyî tune ne."

‘Kes nizane ka komîte çawa ava bû û dê çi bike’

Leme wiha domand: "Komîteya destûrê mîna meclisa wetenî û îtîlafê wek dîmeneke sûrî ya nû xuya dibe. Lê kesek nizane çawa ava bû, çima û dê çi bike? Ev tenê dîmenek e ji bo propagandaya çapemeniyê ye, dibe ku destpêkirina qonaxeke nû radigihîne. Ji bo ku dîplomasiya navdewletî yên nerm û veşatî kar bikin da ku çareseriyek di navbera aliyên derve de yên li ser Sûriyê nakok in, bibînin. Dibe ku eger dewlet li hev bikin, dê wek her car wesîqe bi navên wan li ser encamê were mohrkirin bêyî ku tev lê bibin. Lewra em texmîn dikin ku dibe nakokî û hinek vekişandin rû bidin û wê mîna îtîlafê şiklî bimîne û dê bandor li ser xeta navdewletî ji bo diyarkirina pêşeroja Sûriyê neke."

Leme tekez kir ku dûrxistina Rêveberiya Xweser û aliyên din ên di aloziyê de girîng e, negirîngiya komîteya destûrê tekez dike.

Piştî ragihandina komîteya destûrê, rejîma Sûriyê lîsteya nûnerên xwe yên di komîteyê de ragihand. Lîste ji bazirgan, kirdaran û gelek kesên din pêk tê. Ji aliyekî din ve lîsteya qaşo bi navê civaka sivîl hate ragihandin. Ruxmî ragihandina lîsteya opozîsyonê lê nepeniyek heye û axaftinên girêdayî vekişandinan heye.

‘Komîteya destûrê ji neştergeriyeke ji bo xweşikkirinê zêdetir, tiştek nîn e’

Fermendarê Kongreya Neteweyî ya Demokratîk a li Sûriyê û endamê Minsa El-Qahîra Heysem Mennaa got: "Komîteya destûrê mîna ku gihaştiye ber destê me bi xwe yekemîn serkeftina siyasî ya rejîmê ye ji 2011`an ve. 113 navên ku di lîsteyê de eger ne mîsoger bin lê ew bi rejîmê re girêdayî mijarên bingehîn in ku em li ser wê di destûra 2012`an de nakok in, li hev dikin. Yên têkildarî bêaliya dewletê ji ol û îdeolojiyan heta bigihîje têgeha nenavendiya îdarî ya nû û mijara azadî û mafên bingehîn."

Mennaa wiha dibîne: "Bi vê yekê ev tişt wê ji asta  niştergeriyek xweşikkirinê derbas neke û dê rê bide Amerka, Rûsya û Guterres ji bo ku kofiya NY`î deynin ser destûra nû û her kesê dijber disekine wî bavêjin derveyî rewabûna navdewletî. Ji ber wê me lîsteya bernamzetên xwe vekişand da ku em nebin şahidên derewker."

‘Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune ne… em qebûl nakin ku em bibin şahidên parçekirina Sûriyê’

Nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di lîsteyên komîteya destûrê de bi zexta Rûsya û Tirkiyê hevpar tune ne. Bi vê yekî derdora 5 milyon sûrî ji vê komîteyê hatin dûrxistin. Ev jî dibe ku  zemîna parçekirina Sûriyê ava bike.

Girêdayî mijarê endamê Desteya Serokatiya Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Sîhanok Dîbo ji ajansa me re wiha got: “Kesên ku tev lê dibin rola şahidên destûra komara Sûriyê ya rojavayî dilîzin.

Dîbo wiha domand: "Ev komîte nakok e. Rêgezên karê komîteyê jî nayên zanîn. Dema birêz  Guterres sekreterê giştî yê NY`yê dibêje ku komîte dê di hefteyên bê de aktîf bibe, mîna ku di ragihandina encama destkeftiyê de bi guman e. Ji me ve xuya dibe û li gel israra wan ku  komîteya destûrê sûrî ye, ev tekez dike ku ew li hember rewşa parçekirina Sûriyê û cudakirina rojavayê Firatê ji rojhilatê wî ne. Piraniya navên di lîsteyan de tu têkiliyên wan bi destûrê re tune ne. Gelo ew dizanin ku ew rola şahidên destûra komara Sûriyê ya rojavayê dilîzin?"

Sîhanok Dîbo helwesta xwe bi vî awayî diyar kir: "Wek MSD em vê komîteyê red dikin û li gel dûrxistina nûnerên derdora 5 milyon sûrî yanî Meclisa Sûriya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne rewa û ne jî qanûnî dibînin. Ji ber ku em parçebûna Sûriyê red dikin û em naxwazin bibin şahidên parçekirina wê. Her wiha em dibînin ku dûrxistina aliyê herî çalak di aloziya Sûriyê de yanî MSD ye, ev tê wateya meşandina xeta bêçarseriyê, bicihkirina aloziya Sûriyê, nearamiya herêmê û hejandina ewlehiya wê.

Ev yek diyar dike ku tu lêkolînên cidî der barê destûrê de tune ne. Ev komîte dê mîna Astana, Soçî, Cinêv û herêmên bêçek be. Ev hemû parçeyên şanoyeke pêkenok in.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din