Muslim: Em li benda bersiva ENKS‘ê da ku dest bi pêvajoya duyemîn bikin

Salih Muslim diyar kir ku Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd dê beşdarî pêvajoya duyemîn a diyalogên Kurdî-Kurdî bibin û got: " Pêvajoya yekemîn a diyalogên Kurdî erênî bû, em li benda berisva ENKS‘ê da ku dest bi pêvajoya duyemîn bikin."

Bi armanca nirxandina rewşa siyasî û aborî ya Sûriyê, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) civînek bi beşdarbûna bi dehan kesî li dibistana Seqir Qureyîş a bajarê Qamişlo li dar xist.

‘KURDAN SÎSTEMEKE DEMOKRATÎK A RASTEQÎN AVA KIR‘

Di civînê de endamê Desteya Serokî y a PYD‘ê Salih Muslim rewşa siyasî û serkeftinên ku gelê Kurd bi dest xistine nirxand û got: "Kurdan hêzeke leşkerî ava kir da ku deskeftiyên ku  bi rêya rêxistinbûyîn û baweriya bi îradeya azad qezenc kirine biparêzin. Ev hêz dikarî hemû pêkateyên gelê gelê Sûriyê di nav xwe de kom bike û terora çeteyên DAIŞ‘ê tine kirin, her wiha plan û komployên wan ên li dijî gelê Kurd têk birin."

Salih Muslim anî ziman ku kurdan dikarî sîstemeke demokratîk ava bikin ku hemû pêkhateyên herêmê di nav xwe de bigire, ev sîstem xwe dispêre rêgezên netewa demokratîk û biratiya gelan û wiha domand: "Avakirina Rêveberiya Xweser a Demokratîk projeyek guncaw e û ya yekemîn ku li Rojhilata Navîn hatiye avakirin da ku demokrasiya rasteqîn di navbera gelan de pêk bîne. Ev proje li rihetiya dijminên demokrasiyê nihat ji ber wê dijminahiya rêveberiyê dikin."

‘TEVÎ ZEHMETIYAN RÊVEBERIYA XWESER DIKARÎ LI HEMBERÎ KORONAYÊ BISEKINE‘

Muslim di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser keda mezin a Rêveberiya Xweser a li hemberî pandemiya Koronavîrusê û wiha pê de çû: "Tevî hemû astengiyan  û derfetên kêm Rêveberiya Xweser bi tena xwe nehişt ku vîrusa Koronayê li herêmê belav bibe."

‘EM BI RÊVEBERIYA XWESER BAWER IN, HETA EM KARIBIN EM Ê KAR BIKIN DA KU LI HEMBERÎ ALOZIYA ABORÎ BISEKININ‘

Dere barê rewşa aborî ya li herêmê û daketina nirxê Lîreyê Sûrî li hemberî pereyên biyanî de Salih Muslim got: "Qanûna Qeyser dê di navîna vê meha de were pêkanîn. Li gorî wê dê cezayên giranli ser hikûmeta Beşar Esed û alîgirên wê werin ferzkirin. Ev yek bandor li Lîreya Sûrî kir ku nirxê wê li beramberî dolar kir beriya ku were pêkanîn. Koalîsyona Navnetewî û DYA‘yê beriya niha gotibû ku ev qanûn dê bandorê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê neke. Heger cidî dê Rêveberiya Xweser heta karibe wê kar bike da ku barên şêniyên herêmê yên ji ber binkeftina lîreyê Sûrî derkeve rake."

‘PÊVAJOYA YEKEM ÊRÊNÎ BÛ, EM LI BENDA BERSIVA ENKS‘Ê NE DA KU DEST BI PÊVAJOYA DUYEMÎN BIKIN‘

Salih Muslim di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser hewldanên avakirina yekitiya netewî ya Kurdî û wiha dom da axaftina xwe: "Ji destpêka sala 2011‘an ve gelê Kurd banga yekitiyê li hêz û partiyên Kurdî dike, lê ev bang heta niha nehatiye bersivandin. Gelek hewldan û însyatîf di wî aliyê de dekret lê biser neketin û di nîvê rê de man. Sedema vê yekê mudaxeleyên derve û herîmê û hin aliyên ku hewl didin hewldanên avakirina yekitiya Kurd asteng bikin.

Di demên dawî de Fermandarê Giştî yê QSD‘ê însyatîfek ji bo avakirina yekitiya Kurdî ragihand, gelek partî û hêzên Kurdî helwestên erênî nîşanî vê îsnyatîfê dan. Di pêvajoya yekemîn a hevdîtinan civîn bi ENKS‘ê re hatin kirin, me dikarî gavên erênî bavêjin û nêrînan nêzî hev bikin."

Muslim destnîşan kir ku tê payîn ku gava duyemîn bi tevlêbûna partiyên din ji bo civînan destpê bike. Li gorî wê "Partiyên Yekitiya Niştimanî ya Kurd" hate avakirin dê tev li civînan bibin. Salih Muslim got: "ENKS‘ê heta niha gavên erênî ji bo destpêkirina pêvajoya duyemîn neavêtiye. Em li benda bersiva wê ne."

ANHA


Mijarên Din