Mufadeleyên zanîngehên Kobanê û Rojava derketin

Zanîngehên Rojava û Kobanê îro dest bi qeydkirina mufadeleyên fakulte û peymangehên xwe yên sala xwendinê ya 2019-2020’an kir.

Zanîngeha Kobanê û Rojava îro mufadele (tercîh) ragihandin û li ser vî esasî wê ji roja duşemê ve deriyê mufadeleyan werin kirin û wê heta 10’ê mehê dewam bikin.

Her wiha her du zanîngehan navên fakulte û peymangehên ku wê îsal li ser mufadele werin kirin, eşkere kirin û wiha dabeş kirin:

Fakulte:

1- Fakulteya Perwerdeyên Zanistî: Cihê wê li bajarê Qamişlo ye û ji van beşan pêk tê: Bîrkarî, fîzîk, kîmya, zanyarî, dîrok, erdnîgarî, mamostetî. Salên xwendinê yên van beşan 4 sal in.

2- Fakulteya Hunerên Bedew: Li Qamişlo ye û salên xwendinê yên vê beşê 4 sal in.

3- Fakulteya Jineolojiyê: Li Qamişlo ye û salên xwendinê 2 sal in.

4- Fakulteya Wêjeya Kurdî: Li Qamişlo ye û salên xwendinê 4 sal in.

5- Fakulteya Petrolê: Li Rimêlan û salên xwendinê 5 sal in.

6- Fakulteya Petrokîmyayê: Li Rimêlan e û salên xwendinê 5 sal in.

7- Fakulteya Endezyariya Çandiniyê: Li Qamişlo ye û salên xwendinê 5 sal in.

8- Fakulteya Avahîsaziya Ekolojîk: Li Hesekê ye û salên xwendinê 5 sal in.

Peymangeh:

1- Peymangeha Bilind a Mekatronîkê: Li Qamişlo ye û salên xwendinê 3 sal in.

2- Peymangeha Endezyariya Avahîsaziyê: Li Hesekê ye û salêm xwendinê 2 sal in.

3- Peymangeha Wergera Îngilîzî: Li Qamişlo ye û salên xwendinê 2 sal in.

4- Peymangeha Rêveberî û Deryayî: Li Qamişlo ye û salên xwendinê 2 sal in.

Fakulte û peymangehên li Zanîngeha Kobanê jî wiha ne:

1- Fakulteya Wêjeya Kurdî

2- Fakulteya Bîrkarî, Fîzîk û Kîmyayê

3- Fakulteya Zanistê

Her wiha peymangeha El-Mexberî.

Cihên pêşwazîkirina xwendekaran û qeydkirina li ser mufadele wiha ne:

- Bajarê Qamişlo taxa Hilêliyê avahiya Zanîngeha Rojava

- Bajarê Rimêlan avahiya Fakulteya Petrolê

- Kobanê, avahiya Zanîngeha Kobanê

- Kantona Şehbayê

Koordînasyona Giştî ya Zanîngehên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû gahiyên der barê mufadeleyê û şertên pêwîst ên qeykirinê de di vê lînkê de parve kiriye:

https://drive.google.com/drive/folders/10tAY3pE5GXc-gr70zg_Fmhu5TMvDe7Hj

(kc)

ANHA


Mijarên Din