MÎT’ê xwestiye li dijî Aldar Xelîl û Salih Muslim plana kuştinê bike

Sîxurên MÎT’a Tirk li xwe mukir hatin ku wan plana suîqastê li dijî siyasetmedarên Kurd ên Rojava Salih Muslim û Aldar Xelîl kiriye. Plana suîqastê, bi mukirhatina sîxurên ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve hatine girtin, aşkera bû. 

Şoreşa Rojava encama keda têkoşîna azadiya gelê Kurd a 40 salan e, dewleta Tirk a dagirker jî bê rawestan êrişî van destkeftiyan dike. Li rex sûcên komkujî, dizî û talanan, revandina sîvîlan û destdirêjiyê ku di raporên Neteweyên Yekbûyî de jî hatine piştrastkirin, rêbazên şerê qirêjî jî bi awayekî çalak pêk tîne.  

Hêzên Ewlekariya Hundirîn ên Bakur Rojhilatê Sûriyê çendek berê operasyonek li dijî şaneyên sîxuriyê pêk anîn, di encama operasyonan de aşkera bû ku dewleta Tirk a dagirker, bi rêya MÎT’ê li deverên dagirkirî şêniyên destteng û xizan bi kar tîne û wan ji bo kar û barên sîxuriyê dixe tora xwe. Dewleta Tirk a dagirker bi berdêla pere şêniyên xizan dixe tora xwe ya sîxuriyê û aşkera bû ku vê carê jî di hedefa wan de plana kuştina siyasetmedarên Kurd ên Rojava hene.  

Endamên MÎT’ê bi rêya tora sîxurên xwecih dixwaze li herêmê ji xwe re noker û hevkaran çêke û bi ser wan re şaneyên xwe saz bike. Hate zanîn ku endamên MÎT’ê der bare endamên PYD’ê Aldar Xelîl û Salih Muslim de agahî berhev kirin û amadekariyên plana kuştina van siyasetmedaran kiriye. 

AMADEKARIYA SUÎQASTÊ LI DIJÎ SIYASETMEDARÊN ROJAVA

Hêzên Ewlekariya Hundirîn operasyoneke serkeftî dijî şaneyên sîxuran pêk anî û di encamê de S.O. yê 55 salî hate girtin. S.O. li xwe mukir hat ku wan li dijî siyasetmedarên naskirî plana kuştinê kiriye. Bi vî awayî plana suîqastê hate deşîfrekirin û rê li ber hate girtin.

S.O. salên pêşîn ê şoreşê, di nav Hêzên Ewlekariya Hundirîn de kar dikir, dema ji bo hevserokatiya Konseya Rêveberiya Xweser şofêrî dikir, dikeve tora MÎT’ê û dibe sîxurê wê û S.O. li xwe mukir hat ku şûnde wî ji bo MÎT’ê li herêmê xebatên sîxuriyê kirine.

S.O. di mukirhatina xwe de got piştî şerê Serêkaniyê wî bi sîxurên MÎT’a dewleta Tirk re hevdîtin pêk anîne û aşkera kir ku wî ji wan re gotiye ku wî berê ji bo konseya Hevserokatiya Rêveberiya Xweser şofêrî kiriye, li ser vê agahiyê MÎT’ê jî daxwaza sîxuriyê lê kiriye. 

JÊ KOORDÎNAT HATINE XWESTIN

S.O. di îtîrafên xwe de aşkera kir ku B.E.U. yê 50 salî jî sîxurê MÎT’ê ye û hemû agahî û arastekirinên li Serêkaniyê, li gel hewldanên suîqastan û xebatên dîtir ên sîxuriyê kirine û hê jî vî karî dimeşîne. 

S.O. têkildarî agahiyên B.E.U. jê xwestine ev îtiraf kirin û wiha got: “Wî ji min xwest ka endamên Konseya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl û Salih Muslim diçin ku derê, li ku derê dimînin, her wiha agahiyên hûrgilî der barê Navenda Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyê û saziyên wê de, cihê nuqteyên hêzên QSD’ê ji min xwestin.”  

Hêzên Ewlekariya Hundirîn telefona MÎT’ê ya daye S.O. vekola, S.O., li bin vîdeoya bo MÎT’ê şandî peyameke wiha nivîsiye; “Berî hûn vê derê topbaran bikin xeberî bidin min da ku ez bikarim xwe ji cihê bûyerê dûr bixim.”  

MÎT’Ê TELEFON JÊ RE ŞANDIYE

S.O. di îtîrafên xwe de aşkera kir ku sîxurê bi navê Ebu U. ji Tirkiyê hatiye şandin, wî demekê pê re kar kiriye û wiha behsa hevnasîna xwe bi wî re kir: 

“Ebu U. bazirganiya cigareyên qaçax û karê kirîn û firotina erebeyan dikir û li Tirkiyê dijîya. Wî bi xwe tu tiştek ji me nexwest. Lê piştî demekê Ebu U. bi rêya telefonê kesekî bi navê Ebu A. bi min da naskirin. Wê demê wexta şerê Serêkanîyê û Girê Spî bû. Vê demê têkiliyeke me ya normal hebû. Paşê li derekê nêzî Zirganê bi motorê xwe nêzik min kir. Du kes li motorê siwar bûn, hatin cem min rawestiyan, bi erebî gote min “Ew S. tu yî?” Çawa min gote wan erê S. ez im, wan tûreke reş da min û got, ev ya te ye. Ez çûme kuncikekê min vekir, tê de telefonek hebû. Di telefonê de xeta Tirkiyê hebû. Min telefon anî mal vekir, telefon xebitî. Kesê ser telefonê bi min re axivî Ebu A. bû û wî gote min, ji bo tu kesek teqîba te neke me ev telefon ji te re şandiye. Her wiha gote min, em dizanin pêdiviya te bi pere jî heye lewra hinek pere jî şandibû.”      

LI SER TELEFONÊ PERWERDEYA SÎXURIYÊ

S.O. di îtîrafên xwe de got ku di ser telefonê re wî ji sîxurê MÎT’ê Ebu A. ji bo agahiyên koordînatên hin cihan jê re bişînim perwerde dîtiye û wiha got: “Di axaftina piştî hingê de Ebu A. ji min re got, ji bo tu ji me re koordînatên hin cihan bişînî ez ê di ser telefonê re te perwerde bikim.”

S.O. di mikurhatina xwe de aşkera kir ku Ebu A., li gel agahiyên der barê siyasetmedarên Rojava de der barê nuqte û koordînatên şervanên QSD’ê de jî agahî jê xwestine. 

HETA NIHA TU ŞOREŞGER Û SIYASETMEDARÊN KURD BI HEMAN RÊBAZÊ NEHATINE KUŞTIN

Ev cara yekê nîn e ku dewleta Tirk di ser nokerên xwecihî re siyasetmedar û şoreşgerên Kurd ji xwe re dike hedef. Bi taybetî bi suîqasta sala 2013’ê ya li Parîsê li dijî Sakîne Cansiz û hevalên wê hatiye kirin pê de, li Şengalê Mam Zekî, li Herêmên Parastinê yên Medyayê Diyar Xerîb, Qasim Engin, Leyla Wan û gelek kesên din bi hevkariya nokerên xwecih hatin qetilkirin. Dewleta Tirk têkbirina şoreşa Rojava ji xwe re wek stratejiya dewletê dibîne û ji bo vê mebesta xwe bibe serî jî, rêbazên şerê kirêt xistiye dewrê, bi taybetî ev rêbaz bi suîestkirina rûspî û siyasetmedarên herêmê, pêxistina agirê fitneyê navbera pêkhateyan û bi gelek awayên din diceribîne.

Herî dawî ji îtîrafên S.O. yê ketiye tora sîxuriya dewleta Tirk jî xuya dibe ku dewleta Tirk van planên xwe didomîne û hewl dide di asta herî bilind de suîqastan bike, ev hewldan ji hêla Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin deşîfrekirin.   

ANHA


Mijarên Din