Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) ji bo ku aso, encamên tevgerên navneteweyî û herêmê yên dawîn der barê aloziya Sûriyeyê de gotubêj bike, li hola civînan a rojhilatê taxa Şêxmeqsûd a Helebê panelek bi navnîşan “Bandor û encamên siyasî yên normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re” li dar xist.
Di panelê de hevserokê Nivîsgeha Têkiliyan û endamê Desteya Rêveber a MSD`ê Hesen Mihemed Elî axivî û got: “Geşedanên li ser qada navneteweyî rû didin, bandor li Sûriye û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dikin. Cîha di pêvajoyeke wisa re derbas dibe ku divê xebatên me li gorî wê be."
CIVÎNA CEDDAYÊ BÊALÎ DIRÛŞMA WÊ BÛ
Der barê rola dewletên erebî, Erebistana Siûdî de ji bo afirandina hevsengiyekê di navbera hêzên hegemonîk de, Mihemed Elî got: “Serokê sûriyeyî Beşar El Esed wek nûnerê qituba rûsyayî û serokê Ukraynayê Zelensky wek nûnerê qituba amerîkî hat pêşwazîkirin. Ev destnîşan dike ku Erebistana Siûdî, helwesteke bêalî pejirandiye.”
Têkildarî normalîzekirina erebî bi hikumeta Şamê re, Mihemed Elî got dewletên erebî mîna Cezaîr û Iraqê yekser têkiliyên xwe bi Sûriyeyê re qut nekirin û wiha domand: “Li gorî dewletên ereb mîna Îmaratê, aloziya Sûriyeyê bi dawî bûye. Ji ber wê têkiliyên bi Şamê re ji nû ve dest pê dikin. Tevî wê jî, hin dewletên mîna Qeter, Kiwêt û Mexribê li dijî normalîzekirinê ne.”
Mihemed Elî diyar kir ku Misir û Erebistana Siûdî li hemberî firehbûna Îranê û Tirkiyeyê dixwazin projeyeke herêmî li herêmê pêk bînin, ji ber ku Sûriye pirek di navbera dewletên kendavê û Ewropayê de ye.”
XALÊN ÎNSIYATÎFÊ
Her wiha Mihemed Elî eşkere kir ku MSD`ê li ser van xalan dixebitin:
Amadekirina zemînekê ji bo avakirina eniyeke xurt a muxalefetê, da ku fişarê li hikumeta Şamê bike ji bo ku dest bi guhertina demokratîk li Sûriyeyê bike.
Pêşxistina muxalefetê, lidarxistina kongreya hêz û kesayetên demokratîk di çend mehên bê de.
Di dawiya axaftina xwe de Hesen Mihemed Elî anî ziman ku herêm, di hevkêşeya Sûriyeyê de cih girtiye û êdî beyî wê, aloziya Sûriyeyê çareser nabe.
ŞERÊ ABORIYÊ
Piştre, beşdarên panelê nêrînên xwe der barê mijara panelê de parve kirin. Ji wan cîgirê hevserokatiya Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye yên Helebê Mirî El Şiblî axivî û diyar kir ku DYA`yê hewl dide ku nexşerêyeke nû amade dike, dîtatoriyan hildiweşîne û wiha domand: “Gelo ji bo çi? Ji ber ku gelên ji aliyê dîktatoran ve tê birêvebirin, ji bo berhemên çînî bûne sûkek. Ji bo Amerîkayê jî, di şerê aboriyê de, ev xal dikeve xizmeta Çînê.”
Hevserokê Komebenda Rewşenbîrî ya Helebê Ehmed Bîrhat jî got: “Hevdîtinên ewlehiyê di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de bi çavdêriya Rûsyayê, veguherîn hevdîtinên dîplomasî ji ber ku Tirkiye dixwaze wan hevdîtinan ji bo pêkanîna ajandeyên xwe li hundir û derveyî Tirkiyeyê pêk bîne.
Di dawiya panelê de beşdaran destnîşan kir ku pêşeroja Sûriyeyê bi avakirina eniyeke nîştimanî ya hevgirtî ya muxalefetê ve girîdayî ye da ku ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk a pirreng û nenavendî, diyalogê bike.
(şx)
ANHA