MSD’ê têkildarî Koronavîrusê û vekirina sînorê Sûriyê yê bi Tirkiyê re hişyarî da

MSD’ê der barê berdewama vekirina sînorê Sûriyê bi hin dewletên cîran û herêmê re ku vîrusa Koronayê lê belav bûye mîna Îran û Tirkiyê, hişyar da. MSD’ê diyar kir ku dê ev sînor bi xwe re xetereyê bîne li ser gelê Sûriyê, bi taybet herêmên bakurê Sûriyê ku dewleta Tirk dagir kirine.

Li aliyekî din jî bang kir ku divê dergeh û balafirgehên bi wan dewletan re bên girtin û bang li NY’yê kir ku bi erka xwe ya mirovî li hember kampan rabe û deriyên sînor li pêş alîkariyên mirovî, bijîşkî bi taybet dergeha Yeirûbiyê veke.

Têkildarî mijarê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek weşand û wiha ye:

"Der barê berbelavbûna lezgîn a vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê û xeteriya wê li ser mirovahiyê, li gel ragihandina hikumeta Sûriyê ya yekemîn rewşa pêketina vîrusê ku ji derveyî welat hatiye, her wiha girêdana xurt a hikumeta Sûriyê bi Îranê û hiştina tevgera balafirgehan û vekirina sînor bi dewletên cîran re dê xetereyeke mezin li welat pêk bîne, bi taybet jî tevahî lêkolînên bijîşkî li ser vê vîrusê heta niha piştrast dikin ku di gewdeya mirov de bêyî eşkerekirina diyardeyên zû 2 hefteyan dimîne.

Bi berbelavbûna vîrusê li Tirkiyê re, îhtîmala belavbûna wê li xaka Sûriyê ya di bin dagirkeriya wê de mezin e. Her wiha hin metirsiyên cidî der barê negirtina desthilatên dewleta Tirk a bergiriyên guncaw ên parastina herêma Efrînê ku berê bi awayekî sîstematîk şêniyên wê hedef girtibûn, her wiha Girê Spî, Serêkaniyê, Cerablus, Ezaz û Idlibê jî hene. Li aliyekî din jî metirsiyên cidî der heqê pêkanîna careke din a desthilatên Tirkiyê ya qutkirina avê li ser bajarê Hesekê bi destpêkirina pêkanîna bergiriyên qedexeya derketina derve re, hene.

Liv û tevgera di navbera bajarok û bajarên Sûriyê de hê jî heye, bi wê re ihtîmala belavbûna vîrusê li tevahî Sûriyê bi taybet kampên penaber û koçberan ên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde ye.

Têkildarî agahî û detayên heyî, ji ber ku jiyana mirovên Sûriyê bihatirîn e û her wiha da ku parastina aştî û tenduristiya welatiyên Sûriyê bikin, em wek MSD bang li hikumeta Sûriyê dikin ku bi rihê berpirsyarî û zelalbûneke giştî der barê vê yekê de tev bigerin û bi Desteya Tenduristî ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re hevkar bin û bang li tevahî sûriyan dikin ku her tiştî ji bo pêşîlêgirtina berbelavbûna vê krîzê li welêt pêk bînin.

Li aliyekî din jî bang li NY’yê û tevahî rêxistinên wê dikin ku bi erkên xwe yên mirovî der barê kampan de rabin, xebata vekirina dergehên sînor li pêş alîkariyên mirovî û bijîşkî bi taybet dergeha Yeirûbiyê bikin. Her wiha bang li rêxistinên navneteweyî yên pêwendîdar dikin ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî der heqê pêşkêşkirina pisporî, alîkariyên bijîşkî yên guncaw ku li hember berbelavbûna vê krîzê li Sûriyê bisekinin de, rabin.

Li dawiyê bersivdana Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser vê xetereyê pîroz dibînin, divê tevahî saziyên wê yên pêwendîdar pêngavên hişyariyê pêk bînin. Her wiha bang li şêniyan dikin ku li gorî biryarên Rêveberiya Xweser û saziyên wê li ser vîrusê tev bigirin û tevahî rêbazên parastin û xweparastinê pêk bînin."

fr

ANHA


Mijarên Din