MSD û êlên Efrînê li hev civiyan

Meclisa Sûriyeya Demokratîk a şaxê Efrîn û Şehbayê bi êlên herêmê re civiya. Di civînê de rola êlan a di rêxistikirina civak û rewşa civakî de hate nîqaşkirin.

Civîn li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê hate lidarxistin. Rûspiên êlên kurdî û erebî yên herêma Efrînê (kantonên Şehba û Efrînê), hevserokê MSD Emîna Umer û hejmarek endamên meclisê di civînê de amade bûn.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, hevseroka MSD‘ê Emîne Umer axivî û îşaret bi rola rûspiyên êlan di hevgirtin û rêxistinkirina civakê û birina civakê ya ber bi rêya rast ve destnîşan kir.

Emîne Umer bal kişand ku rewşa li Şehba û Efrînê rû dide ji çembera ferzkirî û gefên Tirkiyê yên bênavber ked û rêxistinekê ji tevahî aliyên ve dixwaze û wiha domand: "Em di pêvajoyeke nazik re derbas dibin. Ji lew re divê rûspiyên êlan roleke girîng di merheleya rêxistinkirin û zanekirina gel de bilîzin."

Di dawiya civînê de, beşdaran li ser girîngtirîn pêdiviyên şêniyan axivîn û tekez kir ku berxwedan û israrkirin heta serkeftinê û vegera şêniyên Efrînê ya warên xwe bi rûmeta û azadî, berdewam e.

(fr)

ANHA


Mijarên Din

Li Ezazê mayinek teqiya