MSD‘ê li Washington beşdarî panela Wezareta Karên Derve bû

Nûnertiya Meclisa Sûriya Demokratîk li Washingtonê beşdarî civîna wezarî ya der barê azadiya olan a 2019`an ku li Wezareta Karên Derve ya  Amerîkayê tê lidarxistin di nava panela ku ji aliyê Meclisa Şêwermend a Malbatê ve hat lidarxistin, bû.

Panel bi dirûşmeya "Gelo wê azadiya olan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi ser bikeve" hat lidarxistin. Hevserokatiya Nûnertiya Washingotnê Sînem Mihemd û Besam Isaq beşdarî panelê bûn.

Di panelê de Hevserokê Nûnertiya MSD`ê li Washingotnê Besam Isahaq der barê pirrengiya olî û mezhebî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her wiha li ser mînaka demokratîk ku ji projeyên MSD`ê û Rêveberiya Xweser e û azadiya olan misoger dike, axivî.

Ishaq destnîşan kir ku azadiya olî û wekheviya di navbera jin û mêr, demokratiya rastî di projeya bi serkêşiya MSD`ê de ye. Her wiha îşaret bi girîngiya belavkirina vê mînakê li ser tevahî xaka Sûriyê, kir.

Girêdayî mijarê Ishaq behsa girîngiya beşdarbûna MSD`ê di diyalogên Genev de û di komîteya Destûrî ya de ji bo misogeriya mafên hemû pêkhateyan û azadiya olî li Sûriyê, kir.

Hevseroka Nûnertiya MSD`ê li Washingotnê Sînem Mihemed jî ji civaka navdewletî xwest ku destek bidin projeya MSD`ê û Rêveberiya Xweser ku Sûriyê bi pirrengiya xwe dike yek û azadiya olan, mafên mirovan li gorî zagonan têne parastin.

Her wiha Sînem îşaret bi kiriyarên dewleta Tirk a dagirker li Bakurê Sûriyê û bi taybet li Efrînê, ji binêkirinên azadiya olan, kuştin, bi darê zorê dihêlin ku êzidî bibin musilman, çûyîna mizgeftan bi dare zorê her wiha fêkirina zarokan ji fikrên radîkal û guhertina nasanameya herêmê, kir

Sînem di axaftina xwe de wiha got:"Gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate, ol, mezheb û hemû gelê herêmê dike hedef. Destwerdan Tirkiyê dê di hemû aliyan de bi xwe re karîsetan bîne."

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku gelek ekademisyan, siyasetmedar, rêxistinên mafên mirovan, oldarên ji Amerîka û Ewropa her wiha serokê komîtey anavdewletî ya azadiya olan Lord Alton, jeneralê berê û cîgirê serokatiya Meclisa Şêwermendî ya malbatê William Boykin beşdarî panelê bibûn.

(bx)


Mijarên Din