MSD’ê li Viyanayê werşeya duyemîn a diyalogê li dar xist

MSD’ê di lidarxistina werşeyên diyalogê li welatên derve li gel aliyên opozîsyonê yên Sûriyê de der barê projeya Rêveberiya Xweser û rêbazên gihandina kongreya nîştimanê ya giştî ya opozîsyona demokratîk didomîne.

Di roja duyemîn de bê navber tîma Meclisa Sûriyê Demokratîk (MSD) di lidarxistina werşeya diyalogê bi kesayet û blokên siyasî yên opozîsyona Sûriyê li derve de, didomîne. Her wiha duh li paytexta Awusturya Viyanayê dar barê şîrovekirina çawaniya xebata Rêveberiya Xweser, girîngiya vê tecrubeyê di çareserkirina aloziya Sûriyê de û li rexê jî lêkolîna li ser gihandina kongreya nîştimanî ya demokratîk a giştî ji bo opozîsyona Sûriyê ya demokratîk li hundir û derve de werşeya diyalogê li dar ket.

Ev jî piştî lidarxistina werşeya yekemîn a ku di rojên 29-30’yê Hezîranê de li paytexta Fransayê Parîsê li dar ketiye, hat.

Werşeya li Viyanayê 2 rojan berdewam kir, hêz û kesayetên welatparêz û demokartîk beşdar bûn da ku dozên nexşerêya çareseriya aloziya Sûriyê, tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û çawaniya lidarxistina kongreya nîştimanî ya giştî ya hêzên opozîsyonê ya demokratîk lêkolîn bikin.

MSD’ê bal kişand ser modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku bi rêya Rêveberiya Xweser tê meşandin. Her wiha îşaret bi wateya nîştimanî û siyasî ya projeya Rêveberiya Xweser kir û li rexê jî li ser dijwariya reşkirin û gotinên ku Rêveberiya Xweser tê re derbas dibin jî kir.

Hevserokê MSD’ê Riyad Dirar di demeke berê de li gel ajansa me der barê girîngiya van werşeyan de axivîbû  û wiha gotibû: "Pêwîst e kombûneke opozîsyona Sûriyê ya hundir û derve di çarçoveya hevnasîn û hevkariya li ser mafên pêşerojê de û bi armanca gihandina fikr û tecrubeya Rêveberiya Xweser û pêşdeçûnên siyasî û civakî di hemû aliyan de, çêbe. Her wiha da ku model û projeya şerkirina yekalîbûn û terorîzmê, tecrubeya aramîbûn û avakirina li hundir û ji bo vekirineke der heqê hêzên siyasî yên hundir û derve de jî çêbe, binasin. Li rexê jî da ku tecrubeya hatiye ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye pêşniyarkirin, bibe pîvaneke ji bo pêşeroja Rêveberiya Xweser a nenavendî ya çareserkirina aloziya Sûriyê. Ji lew ev civîn û werşe li derve li dar dikevin."

(fr)

ANHA


Mijarên Din