MSD‘ê ji Guterres û Pederson re:  Dûrxistina me dûrxistina nûnerên 11 hezar şehîd e

MSD‘ê peyamek ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Gerr Pederson re şand "Dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî dûrxistina nûnerên 11 hezar şehîd e, ku di oxira ewlehî û aramiya Sûriyê, herêmê û tevahî cîhanê de canê xwe feda kirine.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) têkildarî dûrxistina nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji komîteya destûrî, peyamek ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê Gerr Pederson re şand.

Peyamên li ser malpera Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hatiye weşandin.

Peyman wiha ye:

"Peyamek vekirî ji Sekretêrê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî birêz Antonio Guterres û Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî li Sûriyê bi rêz Gerr Pederson re:

Tevî hewldanên nûnerê Neteweyên Yekbûyî yên bi armanca derbaskirina astengiyan û vekirina rêyên çareseriyê, lê aloziya Sûriyê di sala xwe ya 9‘emîn de berdewam dike. Herî dawî komîteyek destûrî ji 3 aliyan ve hate avakrin, lê nûnerên Rêveberiya Xweser jê dûrxistine. Wekî tê zanîn herêm a tekane ye ku li hemberî rêxistinên faşîst wekî DAIŞ û El-Nusra û aliyên girêdayî wan sekinî û modêla guhertinê ya ku Sûriyê hewcedariya wê ye pêşkêş kir û ev model xurt kir, di heman demê de ewlehî û aştiya navxweyî pêk anî. Her wiha bi hezar şehîdên ji Hêzên Sûriyeya Demokratîk, DAIŞ a ku li ser cîhanê nexweşiyek bû di aliyê meydanî de tine kir, bi hêzên Koalîsyona Navdewletî re serkeftin ji mirovahî û tevahî civakên demokratîk re anî. Tê zanîn ku têkoşîn di heman asta xwe de heta zûhakirina kaniyên tundiyê û rakirina kokên edeolojiya wê û şaniyên wê yên veşartî didome. Di heman demê de banga xwe ya ji bo yekitiya Sûriyê û gelê wê didomîne. Wekî encamên vê têkoşînê niha herêmeke ewle û arma heye ku rêzê ji qanûnên navdewletî re digre û destwerdanê di karûbarên welatên derdorê de nake. Li herêmê rêveberiyeke sivîl a hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku xizmetê pêşkêşî zêdeyî 5 milyon welatiyên Sûriyê li ferehiyekê ne kêm ji sedî 30 ji xaka Sûriyê dike. Ji bilî vê bi sedhezaran sûriyên ku ji herêmên şerê û tundî koçber bûne hembêz dike û di qada geşkirinê de gavên girîng diavêje. Li kêleka vê yekê ji Rêveberiya Xweser derdora 70 hezar çekdarên DAIŞ‘ê û malbatên wan ên ji nasnameyên ne sûrî dihewîne, ev hejmar li ser pişta Rêveberiya Xweser barekî giran e û ewlehiya herêmê û cîhanî dixe xeteriyê.

Li gel van hemûayan çareseriya siyasî û mekenîzmeya wê tên nîqaşkirin; çareseriya ku em pê re û piştgiya wê dikin. Em avakirina komîteya destûrî ya Sûriyê û dûrxistina tevahî nûnerên Bakur û Rojhilatê Sûriyê  wekî surprîzekê dihesibînin. Dûrxistina nûnerên Meclisa Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê binpêkirineke der heqê me ye. Ev dûrxistin tê wateya dûrxistina nûnerên 11 hezar şehîd ên ku di oxira ewlehî û aramiya Sûriyê, herêmê û cîhanê de canê xwe feda kirine ye. Em dikarin vê yekê wekî nêzîkatiyeke ne adil e bi nav bikin. Em dibînin ku hin nav hene, tu bandora wan ji bo aloziya Sûriyê tune ye, lewma pêkhateyên herêmê (Ereb, Kurd, Suryan, Asûr, Ermen, Çerkez, Tirkmen û HWD), vê nêzîkatiye ne dadmend naperjirînin, ev dide xuyankirin ku ti niyetên baş ên ji bo aramî, aşîtî û yekîtiya Sûriyê û gelê wê, tune ye.

Der barê hin navên ku tê gotin nûneriya herêmên me dikin, bi rastî ev nav ji aliyên welatiyên herêmê ve nayên naskirin, tu berpirsyariyên wan jî tune ne, ne jî hêza wan heye ku encamên komîteyên pêk bînin.

Birêz Guterres û Pederson:

Hêviya me ew bû ku birêz Pederson şêwira hemû hêzên û aliyên Sûriyê re kiriba û bi wan re biciviyaba û di vê çarçoveyê de lihevkirineke pêk anîba. Lê tevî vê yekê em hîna bi rola Neteweyên Yekbûyî û birêz Pederson bawer in ku dê karibin van nêzîkatiyan di ber çavan re derbas bike û wekheviyê pêk bîne, her wiha piştgiriya rola Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike û ji bo xizmeta Sûriyê û hêviyên gelê wê yên di ewlehî, aştî û gurhetina demokratîk bixebite."


Mijarên Din