MSD: Divê komîteya lêpirsînê serdana herêmê bike û îdiayên têkildarî QSD’ê mîsoger bike

MSD’ê destnîşan kir ku divê komîteya lêpirsîna navneteweyî serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike da ku îdiayên di raporê de li ser QSD’ê hatine, piştrast bike. Her wiha bal kişand ser ku tiştên di raporê de li ser sûcên li dijî mafên mirovan hatine ku komên terorîst bi awayekî bimetod sûcan li dijî sivîlan pêk tînin divê bê mîsogerkirin û got dewleta Tirk êdî bûye piştevanê terora navneteweyî.

Têkildarî mijarê Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) daxuyaniyek der barê rapora komîteya NY’yê ya taybet bi Sûriyê de, da.

Di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan hate kirin:

"MSD rapora komîteya lêpirsînê ya navneteweyî ya serbixwe ya têkildarî Sûriyê ya ku pêşkêşî meclisa mafên mirovan a girêdayî NY’yê di dewreya 45’an a 14’ê Îlonê-2’yê Cotmeha 2020’an de kiriye, pêşwaz dike. Her wiha bang li komîteyê kir ku serdana herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bike ku van agahiyan ji nêz ve piştrast bike û idîayên di raporê de li ser QSD’ê de hatine misoger bike.

Meclis bi gotinên tûj tevahî sûcên li dijî mafên mirovan û sûcên şer ku hikumeta Şamê, rêxistina DAIŞ, Heyeta Tehrîr El-Şam û komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk pêk anîne, şermez dike.

Tevahî sûcên şer û sûcên qirkirina etnîkî yên li dijî sivîlên Sûriyê yên Kurd li Efrîn, SErêkaniyê yên ji hêla komên terorîst ên girêdayî dewleta Tirk bi fermanên hikumeta Tirkiyê ne.

Di raporê de tê pişrastkirin ku sûcên hovane yên li dijî mafên mirovan ku komên terorîst li dijî welatiyên Kurd û Êzidî bi çavdêriya berpirsên dewleta Tirk ji qetilkirin, îşkence, revandin, şanatj, girtin, dizîn û talankirina cihên olî û dîrokî, kiriyarên tundiya cinsî, tecawîzkirina jin, mêr û temen biçûkan, pêk anîne.

Rapora komîteyê mixabîneya ku ya tund têkildarî tevahî sûcên ji hêla dewleta Tirk a dagirker û komên terorîst ên girêdayî wê ve eşkere kir. Her wiha ava stasyona Elokê li ser parêzgeha Hesekê qut kir û ava vexwarinê wek alaveke şer li dijî zêdetirî milyonek mirov pêk tîne.

Di raporê de hat gotin ku êdî dewleta Tirk bûye piştevanê terora navneteweyî û dewleta ku mafên serweriya dewletên cîran û dewletên li Deryaya Spî bin pê dike. Alozî nakokiyan bi rêya siyasetên xwe yên dijminahî diafirîne, ewlehî û aramiya herêmê tevlihev dike.

Bang li civaka navneteweyî dikin ku tedbîrên lez û tund li dijî sûcên li ser sûriyan pêk tên bigirin. Her wiha bang li Konseya Ewlehiyê kir ku biryareke bidin ku dewleta Tirk û komên terorîst ên girêdayî wê bi lez ji tevahî xaka Sûriyê vekişin, dadgeheke navneteweyî ya taybet were avakirin da ku dewleta Tirk û berpirsiyarên wê li ser sûcên wan ceza bikin, her wiha endamên DAIŞ’ê û komên terorîst jî ceza bikin. Herêmên dagirkirî yên bakurê Sûriyê di bin bana hêzên parastina aştiyê ya navneteweyî de be. Komîteyên lêpirsîna rastiyan bişînin Sûriyê da ku sûcên li dijî mafên mirovan, sûcên şer û sûcên dermirovî pişrast bikin. Her wiha biryara Konseya Ewlehiyê ya bi jimareya 2245 bi rêya xebateke siyasî ya giştî û zelal pêk bînin."

(fr)

ANHA

 


Mijarên Din