MSD`ê civînek li Reqayê li dar xist

Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) bi dirşûma “Ber bi kongreyek neteweyî ve ji bo gelê Cizîrê û Firatê”, bi nûnerên MSD`ê, siyasetmedar û rewşenbîran re li Reqayê civiya.

Civîn li hola Tac a li Reqayê li dar ket. Îlham Ehmed Seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk, Hikmet Hebîb Cîgirê Desteya Serokatiyê ya MSD`ê, Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebid Hamid El-Mihbaş, Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Îbrahîm Qeftan, partiyên siyasî, rûspiyên êlên Ereb û Kurd ên Reqayê di civînê de beşdar bûn.

Di civînê de gelek rêgez esas hatin girtin; destpêkê dabînkirina welatîbûn, mafên tevahiya pêkhateyên Sûriyê yek in, xurtkirina hevpariyê di saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, pêşxistin, xurtkirina Rêveberiya Xweser û sivîl.

Her wiha li gorî bernameya civînê diyaloga Sûrî-Sûrî, diyaloga bi opozîsyonê û hikumeta Şamê re, diyaloga Kurd-Kurd û bandora wê li ser çareseriya siyasî hatin nîqaşkirin.

Îlham Ehmed di xala yekemîn a civînê de axivî û got: “Em ji lidarxistina van civînan li gelemperiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, armanc dikin ku pêşniyar û perspektîvan bi dest bixin ji bo ku ji Kongreya Giştî ya Gelê Cizîr û Firatê re pêşkêş bikin.”

Îlham di nav gotinên xwe de piştrast kir ku MSD`ê ji destpêkê ve, rêbazeke aştiyane ji bo guhertina siyasî bi kar anî. Hîna bi vê rêbazê ve girêdayî ye.

Îlham wiha domand: “Ruxmî niyetên baş ên MSD`ê lê hikumeta Şamê dem bi demê bi daxuyaniyan Hêzên Sûriya Demokratîk bi terorê wesif dike. Xebata demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi xebateke parçebûnê ku yekitiya axa Sûriyê tehdîd dike, diwesfîne.”

Têkildarî diyalogên li Sûriyê û diyaloga Kurd-Kurd, Îlham da zanîn diyaloga Kurd ne mîna ku aliyên propagandaya wê kirine, ew ne li dijî pêkhateyên Sûriyê ye lê belê bi awayekî erênî bandor li herêmên Sûriyê yên din dike.

Di xala duyemîn a civînê de Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser Ebid Hamid El-Mihbaş girêdayî têkiliyên dîrokî yên di navbera gelên herêmê de û rola wê di avakirina Rêveberiya Xweser de û pêşxistina giyana hevbeşiyê di Rêveberiya Xweser axivî.

El-Mihbaş got: “Civaka Sûriyê civakek pirreng e, pirrengî Sûriyê dewlemend dike. Ji ber ku ew pêkhate xwedî dîrokeke çandî kevnar û mezin e, dê rolekê di avakirina Sûriyê de weke welatekî rast û sax ku hemûyan hembêz dike bilîzin.”

El-Mihbaş di berdewama axaftina xwe de behsa pêvajoyên avakirina Rêveberiya Xweser û Sivîl kirin û destkeftiyên ku hatine bidestxistin bi bîr xistin.

El-Mihbaş bang li kesên pispor û xwedî tecrube kir ku tev li saziyên Rêveberiya Xweser bibin.

Piştre deriyên nîqaş û pirsan ji beşdaran re hate vekirin. Beşdaran jî pêşniyarên girêdayî pêwîstiya çareseriya aloziya Sûriyê li ser asta siyasî, dûrketina ji şerên ku hinek alî nexasim dewleta Tirk hewl didin aliyên Sûriyê bikişîninê pêşkêş kirin. Her wiha pêşniyarên girêdayî pêşxistina karê Rêveberiya Xweser li ser astên siyasî û rêveberî jî hatin pêşkêşkirin.

 (şx)

ANHA


Mijarên Din