MSD`ê  cejna Qurbanê li gelên Sûriyê pîroz kir

Bi boneya cejna Qurbanê Meclisa Sûriye Demokratîk (MSD) cejna tevahiya gelên Sûriyê, malbatên şehîdan pîroz kir û hêvî kir ku aştî û armanî li welat mîsoger bibe.

MSD`ê li ser rûpela xwe ya fermî daxuyaniyek weşand û tê de cejna Qurbanê pîroz kir.

Daxuyaniya MSD`ê wiha ye:

"Bi boneya cejna Qurbanê em cejna tevahiya misilmanan, gelên Sûriyê, malbatên şehîdan, hêzên QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Asayîş) pîroz dikin û hêvî dikin ku ewlehî û aramî Ii welatê me mîsoger bibe.

Îsal em cejna Qurbanê di rewşeke awarte ya tenduristî û aboriyeke nenormal de pîroz dikin, rewşeke zor e, lewma herêmên me û cîhan tevahî bi xetereya Koronavîrusê (Covid-19) re rû bi rû ne, ji ber vê em bang li gelên xwe dikin ku wek erkeke neteweyî pabendî perspektîfên tenduristiyê bin, li gorî tedbîrên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û aliyên peywendîdar tev bigerin û bi vê yekê pêşî li xetereya li ser gelê me bigirin.

Hêvî ji xwedayê dilovan dikin ku welat, cîhan û gelên me ji vê afatê biparêze û ewlehî û aştî, jiyana hevbeş li welatê me mîsoger bibe û xêr û bereket li herêmê raber bibe."

(eh)


Mijarên Din