MSD‘ê bi wesîleya salvegera 19‘ê Tîrmehê banga yekitiyê li gelê Sûriyê kir

Meclisa Sûriya Demokratîk salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê li gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê pîroz û bang li hêzên demokratîk azad û pêkhateyên gelê Sûriyê kir ku li planên dijber bibin yek.

Bi boneya salvegera 7`an a Şoreşa 19`ê Tîrmehê, Meclisa Sûriyeya Demokartîk (MSD) daxuyaniyek da û wiha got:

"Şoreşa 19`ê Tîrmehê derbasî sala xwe ya 7`an bû, ji pêşketin û lêkirinê, dikaribû pîvanên şoreşa rast bi nûnertiya çanda gelê Sûriyê bicih bike û civakekî demokratîk ku dikare pêwîstiyên guhertinê erê bike, ava kir.

Destpêkirina şoreşa Sûriyê di Adara 2011`an de, rihê hêviyê li gel hemû Sûriyê çêkir, lê hêzên herêmî bi destekdayîna bi terorê re şoreş ji rêya wê derxist. Êdî serkêşên şer ên desteka xwe ji hêzên herêmê digirtin bi nav û dirûşmên wehmî xaka Sûriyê parçe kirin, ketin nava şer û bazaan ku berjewendiyên derve bi cih bînin. Di vir de rola herî xeter a di xêzkirin û pêkanîna van pilann Tirkiyê bû.

Di encamên mûdaxele û siyasetên hêzên derve de bajarên Sûriyê hatin rûxandin û avahiyên çandî û olî veguherîn bargehên komên girêdayî terora cîhanê û menberên avêtina xîtabên wan ên fitenyî. Di nava van planan de Tirkiyê beşên ji xaka Sûriyê wekî Efrîn, Cerablus, Bab û Idlibê dagir kirin û hîna jî hewl dide herêmên din dagir bike.

Li gel van azaran, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yekitiya xwe ava kirin rihê şoreşa rast a di 19‘ê Tîrmeha 2012‘an de destpê kir parastin ku niha encamên wê di aliyê siyasî, rêveberî û leşkerî de bala cîhanê dikşîne û rêjeyek mezin ji gelê Sûriyê ji kuştin û koçberkirinê xilas kirin. He wiha dikarî rêveberiyeke xweser û hêzên leşkerî ava bikin ku rêxistinên terorîst ên herî xeter di cîhan de ya DAIŞ‘ê tine kir.

Dijminên gelên herêmê ji ber van serkeftinên mezin bê çarem man, lew re komplo û gefên xwe yên li ser hêrêmê zêde kirin. Piştî 7 salan dewleta Tirk hêzên xwe li ser sînorê ewle yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde kirine. Ev gefanan encamên zihniyeta dijminên hemû gelan gelan e. Li ser vê yekê divê hêzên navdewletî sînorekî ji vê dewlela ku pirsgirêkan derdixîne û ewlehiya herêmê bi taybet Sûriyê û Iraqê xirab dike deyne.

Em Meclisa Sûriyeya Demokratîk salvegera şoreşa pîroz li gelê xwe pîroz dikin û bang li hemberî hêzên demokratîk û pêkhateyên gelên Sûriyê dikin ku li hemberî planên hêzên herêmî û dagiker yekitiya xwe ava bikin."

ANHA


Mijarên Din