Moşekên ji Xezayê kongreya Netanyahu betal kir

Di dema kongreya hilbijartinê Îsraîlê li dar diket de gelek moşek ji aliyê Xezayê ve bi ber bajarê Esdod ê Îsraîlê hatin avêtin, ji ber wê kongrê hate betalkirin.

Nûçegihanê me got herî kêm du moşek li herêmên cuda yên bajarê Esdod ê bakurê Xezayê ketin.

Nûçegihanê me ji çapemeniya Îsraîlê regihand ku ji ber qalbalexa di dema zengila hişryariyê de lêket hindek birîndarên sivîk çêbûn.

Çapemeniya Îsraîlê got Netanyahu piştî dengê hişyariyê kongreya hilbijartinê betal kir.

Çapemeniya Îsraîlê texmîn dike ku moşek peyamek ji komên filistînê yên Xezayê ne ya piştî demek kin ji ragihandina Netanyahu hatin, ku dibêje ew ê herêmên nû ji Difa Xerbiye û Xewr Urdin bixe bin serdestiya Israîlê eger di hilbijartinan de bi serkeve.

Netanyahu gef li Tevgera Hemas tehdîd xwar .

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wê binerd li bajarên nêzî Xezayê vekirin. Ji aliyekî din ve çavdêrên israîlî texmîn dikin ku artêş dê bi awayekî hişk bersîv bide.

(şx)

ANHA

 


Mijarên Din