Mînaka dayikên berxwedêr; Dayika Eqîd ye

Jineke Kurd ku li dijî faşîzmê û qirkirinê li ber xwe da. Dayikek, jineke berxwedêr ku êşa xwe di dilê xwe de vedişart û li qadên têkoşînê li dijî mêtingeriyê rawesta û serî netewand.

Dayika Eqîda  mîna bi hezaran jin û dayikên Kurd li dijî tarîtiya faşîzmê, di demên herî zehmet de li qadên pêş ên têkoşînê bû.

Ew, dema ku li Rojava, Kurd mîna civakan nedihatin nasîn, dema ku nasnameya wan tine dihate hesibandin jî ti caran dev ji baweriya bi azadbûnê berneda.

Ne tenê wê di nav têkoşînê de cih girt, her wiha zarokên xwe jî bi wî rihî û hişmendiyê perwerde û mezin kir. Dema ku zarokên wê mezin bûn, li gel dayik û zarokên xwe di nav Şoreşa Rojava de cih girt. Dema ku çeteyên Rojava êrîş anî ser Rojava li eniyên pêş cih girt û gel rakir têkoşînê.

Dema ku dewleta Tirk bi çeteyên xwe yên devbixwîn û barbar li Serêkaniyê komkujî pêk dianîn, dayika Eqîda  ji bo ku birîndaran xilas bike û berevaniya bajêr bike li eniya pêş a girseya ku diçû Serêkaniyê bû.

Di vê rêwîtiya dawî de ji kamerayan re wiha diaxive: “Em ji bo ku li dijî faşîzma Erdogan destekê bidine berxwedana zarokên xwe diçin. Dibêjin, em reviyane, em ne reviyane, em li ber xwe didin. Bila her kes zanibe me ti caran pişta xwe nespartiye Amerîkayê. Em bi xwe û bi zarokên xwe bawer bûn. Me baweriya xwe bi berxwedana YPG-YPJ’ê anî. Em bi xwe bawer bûn.’’

Di 13`ê Cotmehê de, dema ku girse gihaştibû Serêkaniyê TC ya qirker û dagirker li ber çavê hemû cîhanê komkujî kiribû û dayika Eqîda  jî di wê komkujiyê de şehîd bûbû.

ANHA


Mijarên Din