MMŞ a Minbicê ji zarokên şehîdan re dewreyên havînê vekir

Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Minbicê û gundewarê wê dewreyên havînê ji zarokên şehîdan re organîze kir. Her wiha meclisê bi kordîneya Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarê wê dewreyek ji bo pêşxistina behreyên zarokan vekir.

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarê wê di demek berê de dewreyek havînê ji zarokên şehîdan re vekir. Dewre li Goristana Şehîdan a bajarê Minbicê vebû. Hejmara zarokên ku beşdarî dewreyê bûne derdora 50 zarok bûn. Di dewreyê de waneyên wênesazî, mûzîk û werzşî hatin dayîn. Dewre 10 rojan dom kir. Meclisê bi rêya wê dewreyê zarok keyfxweş kirin.

Li ser daxwaza zarokên şehîdan Meclisa Malbatên Şehîdan bi koordîneya Navenda Çand û Hunerê ya Minbic û gundewarê wê dewreyek nû di wênesazî û mûzîkê de ji zarokan re vekir. Dewre di 23`yê Tîrmehê de hate vekirin û dê heya dawiya batlaneya havînê bidome.

Hejmara zarokên şehîdan ên ku beşdarî  vê dewreyê bûne derdora 20 zarok in, temenên wan di navbera 7 heya 11 saliyê de ne. Dewre li Navenda Çand û Hunerê ya Minbicê ya li rex Navenda Perwerdeyê,  ji saet 9:30`an sibehan heya 11:00`an didome.

Têkildarî mijarê hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê û gundewarê wê Mehmûd  El-Îdo tekez kir ku niha ew amadekariya dewreyek nû li Goristana Şehîdan dikin. Dibe ku hejmara zarokên Minbicê û gundewarê wê ku beşdarî dewreyê bibin bighêje 150 zarokan. Her wiha meclis dê erebeyan ji bo veguhestina zarokan ji navendên dewreyan re eyar bike û dê waneyên din li yên berê werin zêdekirin.

(şx)

ANHA