Mizgîn Zêdan: Em alîgirên banga KNK’ê ne

Hevseroka Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanê piştgiriya banga KNK’ê kir û bang li tevahî şênî, rêxistin û partiyên Kurdan kir ku dest ji nakokiyên xwe berdin û li dijî dijminên gelê Kurd bibin yek.

Ev zêdetirî 3 mehan e dewleta Tirk a dagirker bi awayek dijwar êrîşî herêmên Başurê Kuristanê dike. Ji êrîşên dagirkeriya Tirk ti carî li ser herêmê nerawestîne. Lê vê carê leşkerên PDK’ê gelek herêm radestî leşkerên dagirker ên Tirk kirine. Dewleta Tirk herêmê vale dike û komkujiyan li ser gelê herêmê pêk tîne.

Ji ber rewşa hesas a ku Kurdistan tê re derbas dibe, Kongreya Neteweya Kurdistanê (KNK) bi daxuyaniyekê banga lezgîn ji partî û hêzên Kurdistanê re kir ku civînekê li dar bixin. Da ku bi awayekî lez bigihînin nêrîn û helwestên hevpar ên li dijî dagirkeriya Tirkiyê.

Hevseroka Partiya Guhartina Demokratîk a Kurdistanê Mizgîn Zêdan balkişand ser pêwîstiya yeîtiya gelê Kurd li hember êrîş û gefên li dijî gelê Kurd ên li çar perçeyên Kurdistanê û wiha got: "Dem, dema rihniya (hevrikî) li ser me ye. Em jî nizanin çi li derdora me rû dide. Ji lew re divê em bibin yek û li dijî dijminê faşîst ê dagirker hevgirtî bin. Eger em bibin yek wê kes nikaribe tiştekî bike."

Mizgîn got: “Dijminên me pir in û li ser her tiştî li hev nakin. Lê dema rewş bû xak û desthilatiya Kurdistanê, hemû dibin yek. Çima em jî nabin yek, pişta xwe nadin hev û li dora hêzên Kurdistanê kom nabin? Da ku xak, rûmet û gelê xwe ji nîrê dagirkeriyê, bi taybet ji dagirkeriya Tirkiyê biparêzin. Dagirkeriya Tirk her tim diyar dike ku heta konekê Kurdan li Bakurê Afrîkayê qebûl nake.  Ew jî ji dêvla destwerdan, gef û êrîşên domdar, bi taybet di van demên dawîn de ji Kerkûkê heta Efrînê pêk tîne."

Di dawiyê de Mizgîn Zêdan bang li tevahî aliyên siyasî yên Kurd û hemû gelê Kurd kir ku li dora bangê û însiyatîfa KNK’ê bicivin û li dijî dijminên gelê Kurd bibin yek. Mizgîn wiha got: “Ez banga her kurdekî ku aşiqê azadî û aştiyê dikim. Dest ji nakokiyên xwe berdin û li dijî dijminên gelê Kurd bibin yek."

(fr/bm)

ANHA 


Mijarên Din