Mizgîn Tahir: Em ê bi çalakiyên xwe piştgiriya koçberan bikin

Hunermenda Kurd MizgînTahir bi konsertekê piştgiriya xwe ji berxwedana Rojava re rave kir.

Hunermend û rewşenbîrên Kurd ên bajarê Kolnê yê Almanyayê bi armanca piştgiriya lidarxistina kongreyê neteweyî yê kurdistanî dest bi însiyatîfê kirin. Her wiha şahiya piştgiriya koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî re ragihandin.

Hunermenda ji Rojava Mizgîn Tahir armanca lidarxistina konsertê ji ajansa me re parve kir û got: “Huner rêbazeke parastina xak, rûmet û bilindkirina asta berxwedanê ye.”

Mizgîn Tahir destnîşan kir ku konsert  dê bi slogana"Çand û Huner ji bo berxwedan û israrê ne"li navenda Mihemed Şêxo ya Qamişlo were lidarixstin û bi vê yekê piştgiriya xwe ji koçberên ji Serêkaniyê û Girê Spî re nîşan dikin. Tê zanîn ku di 9’ê Cotmehê de ji ber êrişên artêşa Tirk şêniyên Serêkaniyê û Girê Spî ji warên xwe derketin.

Hunermenda Kurd wiha li axaftina xwe zêde kir: "Em wekî hurmendên Kurd em ê konsertên wiha li gelek deveran li dar bixin û bi çalakiyê xwe piştgiriya şêniyên bikin."

Mizgîn got: “Hunermendên li Ewropa di destpêka êrişên artêşa Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi pêngava xwe kirin, li gel ku bi armanca yekîtiya gelê Kurd meş û çalakî hatin lidarxistin.”

Mizgîn Tahir got: “Îro pêwîstiya me bi yekîtiyê heye, ji ber dê vîn û hêza me li dijî êrişan xurtir bike û em ê di piştgiriya şervanan de pêşeng bin.”

Hunermenda Kurd Mizgîn Tahir helwesta xwe di piştgiriya ji berxwedana Rojava re anî ziman, her wiha berxwedana şervanan silav kir.

(eh)

ANHA


Mijarên Din