Rêxistina Dadî û Geşedanan a Lêkolînên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê bang li dewletên Yekitiya Ewropayê (YE) kir ku der barê têkiliyê mizgeftên Tirkiyê li Ewropayê û bi taybet li Almanya, Hollanda û hindek dewletên Ewropayê de ku zêdetirî 5 hezar endamên çeteyên DAIŞ`ê di wan de hatin perwerdekirin û ji Rojhilata Navîn re hatin şandin, dest bi lêkolînê bikin.
Berdevkê fermî yê rêxistinê Zêdan El-Qenayî tekez kir ku Tirkiye di leşkerkirina endamên çeteyên DAIŞ`ê yên biyanî de ku di nava rêxistinên terorîst de ye, hevkar e û derbaskirina wan ji herêmên şer ên Rojhilata Navîn li Sûriyê û Iraqê bi rêya Tirkiyê re, hêsan kir.
Rêxistinê diyar kir ku komeleyên îslamî yên Tirk di hundirê YE`yê de zêdetirî hezar mizgeft li dewletên Ewropayê ava kirin. Lê dewleta Tirk hewl dide misilmanên li Ewropayê wek kaxezeke zextê keysbaz bike da ku wê tev li YE`yê bikin.
Rêxistinê destnîşan kir ku mizgefên Tirkiyê li Ewropayê pereyan ji hikumeta AKP`ê bi serkêşiya serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan digerin. Armanca wê jî ku tehdîtê li ser ewlehiya dewletên Ewropayê çêke ku çeteyên DAIŞ`ê di hundirê Ewropayê de perwerde bike.
(bx)