Mistefa Îto: AKP’ê ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê tolê hildide

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto destnîşan kir ku dewleta Tırk ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê bi rêya girtina siyasetmedarên Kurd tolê hildide.

Duh, dewleta Tirk a dagirker hemleya girtinê li dijî hevşaredar û siyasetmedarên ku bi tewana piştevaniya berxwedana Kobanê ya 2014’an, dest pê kir.

Serdozgeriya Giştî ya Enqereyê muzakereya girtinê li dijî 82 kesan li 7 parêzgehan bi tewana beşdariya wan a xwepêşandanên di 5-9’ê Cotmeha 2014’an de li dar ketine, derxist.

Polîsên dewleta Tirk berbanga duh bi ser malên hevşaredar û siyasetmedarên ku beşdarî xwepêşandanên 2014’an de girt û ew girtin.

Hevserokê Meclisa Kantona Kobanê Mistefa Îto wiha got: "Dewleta Tirk bi rêya girtina siyasetmedarên Kurd qirkirina siyasî pêk tîne. Ew qirkirin ji ber beşdariya wan di xwepêşandanên piştevaniya Kobanê û şêniyên wê sivîl ku ji ber êrişa DAIŞ’ê koçber bûne."

Îto wiha domand: "Wan siyasetmedar bi hemû derfetên xwe piştevaniya şêniyên me û Kobanê kir. Kobanê li tevahî cîhanê bû sembola berxwedanê. Lê dema em rêbazên mîna yên dewleta Tirk dibînin matmayî dimînin. Dewleta Tirk bi van rêbazên xwe de peyamekê dide  ji tevahî cîhanê ku serokkomarê Tirkiyê Recep Teyyîp Erdogan a qaşo dixwaze ewlehî û aştiyê li Rojhilata Navîn belav bike, bi wê dixwaze xewna Osmaniyê vegerîne."

'PEYAMA ERDOGAN EW E KU HER KESÊ/A KU DIJÎ TERORÊ SEKNIYÊ, DÊ TÊK BIBE'

Îto wiha gotinên xwe berdewam kirin: "AKP’ê nikare bi van girtinan tevahî cîhanê bigire. Ji ber ne tenê gel li Tirkiyê li ser piyan e, lê belê li tevahî cîhanê ji Asya bigire heta bi Afrîka û Ewropa jî. Heta Roja Cîhanê ya Piştevaniya Berxwedana Kobanê ragihand. Piştî 7 salan ji berxwedana Kobanê, serokkomarê Tirkiyê bi rêya vê hemleya girtin peyamekê dide ku li hember her kesê/a ku li dijî terorê ye û dê wan têk bibe."

Îto got çima civaka navneteweyî û raya giştî ya cîhanê li hember qirkirina siyasî ya Ii dewleta Tirkiyê dibe bi taybet Koalîsyona Navnetweyî bê deng e? Ji bi hev re şer kir û DAIŞ li Kobanê têk bir û wiha pê de çû: "Me bi tenê di wê demê de şerê DAIŞ’ê nekir. Bila dewleta Tirk dewletên di Koalîsyona Navneteweyî de ku bi me re li dijî DAIŞ’ê şer kirine, qir bike. Çima dewleta Tirk tenê siyaseta qirkirinê li dijî gelê Kurd ê aşîtxwaz dimeşîne?"

Îto piştrast kir ku ew piştgirî  berxwedana girtiyên di girtîgehan de dikin û wiha dewam kir:" "Em wekî şêniyên Kobanê dema kesên piştgirî dane me dibînin têne qirkirin û girtin, em gelekî diêşin. Em piştrast dikin ku dê gelê Kobanê helwesta xwe ji vê yekê re eşkere bike û bê deng namîne. Girtina 82 kesên ku xizmeta civaka xwe dikin sûcekî dijmirovahiyê ye û ev qirkirina siyasî ye."

Îto îşaret pê kir ku dewleta Tirk û di serî de AKP’ê tolê ji têkçûna DAIŞ’ê li Kobanê hildide. Ji ber dizane ku pêşeroja terorê têk çû, nefesa xwe ya dawiyê dikêşe, ev jî tê wateya AKP’ê nefesa xwa daiyê dikêşe.

Îto li dawiyê bang li tevahî sazî û rêxistinê hiqûqî kir ku dengê xwe bilind bikin û bêdengiya li hember siyaseta îmha û qirkirinê bişkînin. Da ku mirovahî rola xwe di civakan de bilîze û ne li hember siyasetên qirkirin û asîmîlekirinê be.

)fr)

ANHA


Mijarên Din