​​​​​​​Mistefa Qeleçî: Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê pêngaveke ber bi rastiyê ve ye

Muxalîfê sûrî Mistefa Qeleçî der barê kongreya nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê de got "Lidarketina Kongreyê pêngaveke ber bi rastiyê ve ye, da ku çareserî ji pirsgirêkên heyî re bên danîn. Qeleçî bang li tevahî aliyên sûrî kir ku xwe bispêrin mîna vê pêngavê ku bibe bingeha diyalogê.

Serkerterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê Mistefa Qeleçî têkildarî kongreya ku Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) di 25’ê Mijdara borî de ya bi sernavê Kongreya Nîştimanî ya şêniyên Cizîr û Firatê li dar xistiye, ji ANHA’yê re axivî.

Kongre, piştî lidarxistina 13 komxebatên diyalogê li herêmên Rêveberiya Xweser, bi beşdariya 300 kesayetên partî, siyasetmedar, serbixwe, eşîrtî, rewşenbîr, nûnerên ji saziyên civaka sivîl ên ji herêmên Cizîr û Firatê hat organîzekirin. Her wiha bi rêya onlinê komek ji kesayetên siyasî yên sûrî yên opozîsyonê yên li derve beşdar bûn.

Ji kongreyê gelek biryar û pêşniyar derketin, her wiha komîteya şopandinê hat avakirin, da ku pêkanîna wan pêşniyar û biryaran bişopîne.

Girêdayî mijarê, Qeleçî wiha got: "Di mantiqê siyasetê de, kêm ji tuneyî baştir e. Her wiha tevî hin neqebûlkirina me li ser hin encamnameyên kongreyê hene, lê pêngaveke ber bi rastiyê ve ye."

Qeleçî wiha domand: "Di navbera sûriyên ku cihêwaziya wan a siyasî heye, gelek aliyên hebeş hene, divê li ser wê piştevaniya hev bikin. Ew jî mîna civakên ku di navbera wan cihêwazî hene û bi diyaloga cidî ya yekser çareser dibe."

Qeleçî li ser girîngiya vê kongreyê wiha axivî: "Girîngiya vê kongreyê ew e ku girêdana hevbeş di navbera sûriyan de geş dike, pirsgirêkan lêkolîn dike û çareseriyên guncaw jê re datîne."

Qeleçî piştrast kir ku ew encamên erênî ji kongreyê texmîn dike û wiha pê de çû: "Em beşdarî kongreya Rimêlan a diyalogê û kongreya Eyn Îsa ya yekemîn û duyemîn bû. Lê encamên her sê kongreyan pir baş bûn, bi taybet der barê pêşniyarkirina mijaran û xema beşdaran a yekemîn û dawîn berjewendiya nîştimanî ya tevahî sûriyan bû."

Sekreterê Giştî yê Partiya Guhartin û Ronesansê ya Sûriyê Mistefa Qeleçî di dawiyê de bang li tevahî aliyên sûrî kir ku xwe bispêrin mîna vê pêngavê ku bingeha diyalogê ye û wiha bi dawî kir: "Ez dubare dibêjim, kêm ji ne tiştî baştir e, ev çalakî bi nexşekirina tevahî hêzên siyasî û civaka Sûriyê ye."

(fr)

ANHA


Mijarên Din