Mistefa Kazimî: Hilbijartinên parlamantoyê dê di Hezîrana bê de pêk werin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ragihand ku dê 6 Hezîrana bê hilbijartinên pêşwext ên parlamantoyê li dar bikeve.

Îro Nivîsgeha Mistefa Kazimî bi daxuyaniyekê dema hilbijartinên parlamantoyê ragihand û got:"Hilbijartinên pêşwext ên welat dê 6 Hezîranê bê were lidarxistin û divê hilbijartin bi ser bikeve."

Komseriya Hilbijartinan jî daxuyand ku wan navên namzetên biyometrîkî baş tomar kirine û kartên namzetê ya biyometrîk belav dikin.

Li gorî komseriyê dê çavdêr xwecihî û  navneteweyî çavdêriya hilbijartinên pêşwext ê parlamantoyê bikin.

(eh)


Mijarên Din