Mistefa Edîb der barê avakirina hikumeta Lubnanê de lêborîn xwest

Serokê hikumeta Lubnanê yê erkdarkirî Mistefa Edîb piştî hevdîtina bi serokkomar Mîşêl Ewn re li Beibeda ragihand ku lêborîna xwe li ser erka avakirina hikumetê xwest.

Mistefa Edîb wiha got: "Bi kedên ber bi merheleya dawiyê ve hat diyarkirin ku lihevkirin pêk nayê û ji ber baldariya li ser yekitiya neteweyî lêborîna xwe li ser avakirina hikumetê dixwazim. Her wiha ji kesê li pişt min re di vê rewşên dijwar de bê erkdarkirin hêviyê dixwazim."

Edîb ji gelê Lubnanê lêborîn xwest, her wiha piştrast kir ku însiyastîfa serokê Fransayê Emmanuel Macron divê bidome, ji ber niyeta Fransayê dostanî ye.

(fr)


Mijarên Din