Misr parçekirina xaka Sûriyê red kir

Serokê Misrê Abdullfetah El-Sîsî piştî gefên Trikiyê li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku ew parçekirina beşekji xaka Sûriyê red dikin.

Piştî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Serokê Misrê Abdullfetah El-Sîsî di kongreyê çapemeniyê de ku di navbera lûtkeya sê alî ya bi Qibris û Yewnanistanê re hat lidarxistin, axivî.

El-Sîsî got, ew parçekirina beşek ji xaka Sûriyê, red dikin.

Serokê Misrê destnîşan kir ku lûtkeya sê alî li ser girîngiya dîtina çaresriyên siyasî ji aloziyê herêmê re lihev kirine û diyar kir ku kiriyarên yek alî zerarê dide berjewendiyên dewletên Rojhilata Navîn. El-Sîsî bi vê yekê îşaret bi kiriyarên Tirkiyê yên yek alî û lêkolînên wê ku li Qibirsê dike, kir.

Dewletên Rojhilata Navîn û Yekîtiya Ewropayê, her wiha Amerîkayê li dijî xebatên yekalî ya ji aliyê Tirkiyê ve li li rojohilatê deryaya Spî, red dikin û pişitevaniya xwe bi Yewnanistan û Qibrisê re diyar dikin.

(bx)


Mijarên Din