​​​​​​​Mismarî: Tirkiyê çeteyan ji Lîbyayê dişîne Azerbaycanê

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî got, Tirkiyê çete û terorîstan ji Lîbyayê dişîne Azerbaycanê.

Mismarî di hevpeyvîneke de bi kenaleke televîzyonê re got:  "Tirkiyê niha terorîst û cîhadîstan ên Lîbyayî û Sûrî û ji nasnameyên din ji Lîbyayê dişîne Azerbaycanê da ku dijî Ermenistanê li herêma bi nakok şer bike."

Mismarî ragihand ku rewşa ewlehî  li rojavayî welat pir xeter e, komên terorîst dest danîne ser balafirgehan û endamên terorîstan tîne hundir û dişîne derve.


Mijarên Din