Mismarî: Hêzên Tirkiyê li gel terorîstan li dijî Lîbyayê şer dikin

Berdevkê artêşa neteweyî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî got di şerê li Terablusê de li dijî artêşa neteweyî hêzên Tirkiyê li Lîbyayê bi komên terorîst re şer dikin.

Roja pêncşemê berdevkê artêşa neteweyî ya Lîbyayê Ehmed Mismarî ji Sky News Erebiyê re ragihand ku Tirkiye û Qeter li Lîbyayê destekê didine komên çete û got leşkerên Tirkiyê ji berjewendiyên milîsên terorîst ên li Lîbyayê re serkêşiya şer dikin.

Her wiha tekez kir ku gelek nîşaneyên destwerdana Qeter û Tirkiyê di şerê li Terablusê de hene û wiha pê de çû: "Divê civaka navdewletî bi erka xwe rabe."

Mismarî diyar kir ku teror ji qonaxa rêxistinên çekdar ber bi terora dewletan ve diçe, di heman demê de serwext in ku terora li Lîbyayê gefan li ewlehiya cîhanê dixwe.

Her wiha îşaret bi şerê dijwar ê li dijî komên tundraw kir û got divê civaka navdewletî di şerê li dijî terorê de destekê bide artêşa Lîbyayê.

Di heman demê de bal kişand ser girîngiya cudabûna di navbera qada siyasî ya Lîbyayê û şerê li dijî çekdaran de.

Tê zanîn ku ji dema Muammer Qeddafî ji ser desthilatê hate xistin, biryara qedexekirina şandina çekan ji Lîbyarê re hate dayîn, lê tevî vê yekê jî Tirkiye pîvanan binpê dike û destekê dide komên çekdar û desthilata Yewnanistanê teqemeniyên ji Tirkiyê ber bi Lîbyayê ve hatibûn şandin, paşde vegerandin.

Di demên dawîn de destekdayîna Tirkiyê ji komên çekdar re bi pêş ket û çeteyên Cebhet El-Nusra yên li Sûriyê dişandin Lîbyayê, her wiha Tirkiyê firoke ji Lîbyayê re dişandin û artêşa neteweyî ya Lîbyayê gelek caran firokeyên Tirkiyê ku odeya oparasyonên Tirkiyê îdare dike, dirûxandin.

(eh)


Mijarên Din