Mişleb Derwîş, banga vegerê li ciwanên Reqayê kir

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb Derwîş bang vegerê li ciwanên bajarê Reqayê yên ku di dema serweriya çeteyên DAIŞ’ê û komên çete li ser bajêr de derketine, kir û wiha got: "Bajarê me êdî ewle ye û pêdiviya bajar bi ciwan û pisporiyên wan heye. Da ku bajar weke berê lê were.”

Ji destpêka aloziya Sûriyê ve krîz li tevahiya Sûriyê belav bûye. Bajarê Reqayê jî para xwe ji vê aloziyê girt. Ji ber ku çeteyên DAIŞ’ê ji xwe re paytext didîtin. Her wiha binesaziya wê ji sedî 86 hat wêrankirin. Piştî rizgarkirina wê bi destê QSD’ê êdî rojane jiyan lê vedigere.

Di yekseriya rizgarkirina bajarê Reqayê de ji çeteyên DAIŞ’ê, Meclisa Sivîl a Reqayê dest bi xebatên xizmetguzariyê, mîna vekirina rê, dabînkirina ava vexwarinê, rêxistinkirina vegera şêniyan a bajêr, kir. Ji roja rizgarkirinê heta îro 764 hezar şênî vegerîn bajêr. Her wiha karwanên vegera li bajarê Reqayê ji dema ragihandina rizgarkirina wê ta vê rojê, berdewam in.

“Paytexta xîlafetê” ji  zêdetirî 100 hezar koçber re bû cihek ewle

Pêvajoyên pêşketinê yên bajarê Reqa têre derbas bûne, her wiha ewlehiya ku QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn dabîn kiriye ye jî, êdî li ber çavê cîhanî aşkere bûn. Şênî neçar man ku ji bajarên di bin serweriya rejîma Sûriyê de koçî bajarê Reqayê, bibin. Bajarê Reqayê bû perestgeha koçberên ku ji herêmên şer ên weke Dêrazor, Heleb, Meskene, bajahiyên Hemayê û Idlibê, dihatin.

Li gor serjimariya Meclisa Sivîl a Reqayê, hejmara koçberên li Reqa û Gundewarên wê zêdetirî 100 hezar kesên ji tevahî herêmên Sûriyê ye.

Hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişleb Derwîş got: “Bajarê Reqayê di tevgera avakirinê de ye. Rêjeya bêkariyê pir kêm bûye. Ew jî ji ber derfetên ku Meclisa Sivîl a Reqayê pêşkêşî şêniyan dike, ye."

Di dawiyê de Mişleb bang li tevahî koçber û penaberên ciwanên Reqayê kir ku vegerin bajarê xwe û beşdarî jinûveavakirinê bibin.

Bajarê Reqayê di tevgereke bazirganî ya girseyî de ye. Ew jî bidabînkirina hemû danên firotin û xwarinê li sûkên bajêr e.

(fr/bm)

ANHA


Mijarên Din