Misir rapora teşrîhkirina cenazeyê Zekî Mubarek amade kir

Tiba edlî ya Misrê rapora jinûve teşrîhkirina cenazeyê welatiyê Filistînê Zekî Mubarak ê ku di girtîgehên Tirkiyê de hatiya kuştin amade kir û dê radestî malbata wî û desthilatdariya Filistînê bike.

Zekeriya Mubarak birayê welatiyê filistînî bi navê Zekî Mubarak ji El-Erebiya News re eşkere kir ku tiba edlî ya Misrê rapora jinûve terşîhkirina cenazeyê birayê wî bi dawî kiriye û dê roja Şemiyê ya bê radestî parêzerê malbatê bike. Zekeriya Mubarak teqez kir ku tevî raporê dê 200 wêneyên ku ji cenazeyê re hatine kişandin werbigirin û piştre dê wan wêneyan û raporê ji dadgehên navdewletî re pêşkêş bikin. Di raporê tiba edlî ya Misirê de  hate tekezkirin ku Zekî Mubarak di encama birînan de wefat kiriye ne ku mîna desthilatdariya Tirkiyê îdia kiriye xwe dar vekiriye.

Girêdayî heman mijarê Şerîf Xenîm parêzerê malbatê eşkere kir ku dozgeriya bûyeran a Qahîre rapora tiba edlî wergirtiye û bi awayekî fermî belge dike. Piştre dê belgeya fermî ji desthilatdariya Filistînê re li Ram Allahê re rêke. Xenîm destnîşan kir ku di dema normal de dozgariya giştî raporê radestî dadgehê dike, lê ji ber  ku tu doz li Misirê girêdayî mijarê nehatiya vekirin, Misir dê raporê radestî Filistînê bike ji ber ku ew pisporê vê warî ye, tevî ku kopiyekê radestî malbata Mubarak bike.

Parêzerê malbatê got repor dê desteka doza ku malbat hewl dide li dijî serokkomarê Tirkiyê Receb Tayyîp Erdogan û desthilatdariya Tirkiyê de veke bike û hevkariya wan di kuştina Zekî Mubarak di bin îşkenceyê de tekez dike.

Cenazeyê kuştiyê filistînî di Gulanê de ji Tirkiyê gihaşt nexweşxaneya Filistîn a li Qehîreyê. Li ser laşê kuştî şûnên îşkenceyê û dûrtina birînan li tevahiya leşê wî belî dikirin. Her wiha endamên laşê wî mîna dil, kezebê reş, ziman û qirik hatibûn rakirin.

(şx) 


Mijarên Din