Misir: Li Bakurê Sînayê 7 terorîst hatin kuştin

Artêşa Misirê ragihand ku di operasyoneke bi bandor li bakurê Sînayê de 7 terorîst hatin kuştin û miqdarek çek hatin desteserkirin.

Li gorî artêşa Misirê, di operasyona sergirtinekê de terorîst hate kuştin û tinfinga wî hate dîtin, her wiha 6 terorîstên din dema hewl dida birevin hatin kuştin.

Artêşa Misirê diyar kir ku erebeyek û 3 motorsiklêtên terorîstan hatin desteserkirin. Her wiha ragihand ku 10 alavên teqemeniyê 4 bombe hatin dîtin û teqandin û hejmarek çek, telefonên bêtêk hatin desteserkirin.


Mijarên Din