Misirê ji bo destekdayîna Lîbyayê odeya çalakiyan ava kir

Çavkaniyan diyar kir ku Misir bi fermandarên artêşa nîştimanî ya Lîbyayê re kete pêwendiyê da ku destekê bide wan. Her wiha odeya çalakiyan hat avakirin û fermandarên lîbyayî dê di nava çend saetên pêş de serdana Misirê bikin da ku pêngavên pêwîst nîqaş bikin.

 

Çavkaniyan ji toreya El-Erebiye re ragihand ku serokê meclisa parlamentoyê Eqîle Salih îşaret pê kir ku divê artêşa Misirê destwerdana Lîbyayê bike û destekê bide wê.

Çavkaniyan da zanînku Misir dê demê ji bo pêkanîna parastina ewlehiya neteweyî diyar bike, her wiha komên terorîst ên li Lîbyayê û nasnameyên hindekan ji wan jî diyar kirin.

Li gorî çavkaniyan, Misir bi fermandarên Lîbyayê re der barê koordînasyona hevbeş û destekdayîna artêşa Lîbyayê de kete pêwendiyê, odeya çalakiyên Misirê ji bo şopandina geşedanên aloziya Lîbyayê bi awayekî berfireh hat avakirin û di nava çend saetên pêş de dê berpirsên ji Lîbyayê serdana Misirê bikin da ku tedbîrên pêwîst bigirin.

(bx)


Mijarên Din