Misirê Hafter û Aqîla li hev anîn

​​​​​​​Çavkaniyan eşkere kir ku Misir nakokiya di navbera Xelîfe Hafet û Aqîle Salih çareser kir. Qahîra her du aliyan agahdar kir ku ew bi xetên sor li Sirte û Cefreyê ve girêdayî ye.

Li gorî El-Erebiye ya ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, Qahîra nêrînên Salih û Hafter kirin yek û pirsgirêka di navbera wan de çareser kir. Her du aliyên Lîbyayê pêwîstiya vekişandina milîsan û çeteyên dewleta Tirk piştrast dikin.

Li gorî çavkaniyan Artêşa Lîbyayê teqezî Ii ser bidawîkirina dorpêçê li ser Sirte û Cefreyê beriya destpêkirina her diyalogekê kiriye û hebûna herêmên bê çek red dike. Li aliyekî din hikumeta Fayiz El-Seraj îro careke din daxwazên xwe ji bo ku Sirte û Cefre bibin herêmên bêçek dubare kirin.

Her wiha çavkaniyan destnîşan kir ku Salih û Hafter li ser pêwîstiya çareseriyê li gorî însiyatîfa Qahîreyê li hev kirine. Artêşa Lîbyayê însiyatîfek girêdayî ji nû ve xebitandina avahiyên petrolê radestî Misirê kir.

Li gorî heman çavkaniyan, Artêşa Lîbyayê ji Misirê xwest ku zexteke navneteweyî çêke da ku çekdaran ji nuqteyên petrolê vekişin.

Misirê jî her du aliyan agahdar kir ku wê rê nede hewldanên parçekirina Lîbyayê.

Çavkaniyan bi bîr xistin ku Misirê dê hinek guhertin di însiyatîfa xwe de girêdayî mekanîzmeya berbelavkirina milîsan û yekkirina saziya leşkerî li Lîbyayê çêke.

Heman çavkaniyan piştrast kir ku Misir û Lîbyayê girêdayî avakirina komîteyeke navneteweyî ku çavdêriya nuqteyên petrolê dike li hev kirine û dê Misir hewl bide qedexeya çek li ser Artêşa Lîbyayê rake.

Hêjayî gotinê ye, Serokê Misirê Ebdulfetah El-Sîsî, îro li qesra Yekitiyê ya li Qahîreyê bi Aqîla Salih serok parlamentoya Lîbyayê û Xelîfa Hafter fermandarê Artêşa Lîbyayê re civiya.

(şx)


Mijarên Din