Misir: Çareseriya Lîbyayê bi bidawîkirina teror û destwerdanên derve ve girêdayî ye

Wezîrê Karê Derve yê Misirê Samih Şikrî îro têkildarî girîngiya çareseriya siyasî ya lîbyayî-Lîbyayî û bidawîbûna aloziyê bi peywendiyekê bi wezîrê karê derve yê Fransayê Jan Yves Le Drian û Wezîrê Karê Derve yê Almanyayê Haikou Maas re axivî û bal kişand ser ku, tekane rêya çareseriyê ew e ku komên terorîst û destwerdanên derve bi dawî bibin.

Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Misirê Ehmed Hafiz got ku mijarên bi rêya telefonê behsa geşedanên dawîn ên li Lîbyayê û girîngiya çareseriya siyasî ya li Lîbyayê bûn.

Samih Şikrî bal kişand ser helwesta Misirê ji rewşa Lîbyayê û daxuyand ku Misirê domdar banga agirbest û çareseriya lîbyayî-lîbyayê dike.

Wezîrê Karê Derve yê Misirê destnîşan kir ku ragihandina Qahîrayê ku berdewama rêgeha Berlînê ye, dixwaze derfeteke wiha xurtir bike, ji ber parastina dewleta neteweyî ya Lîbyayê û yekitiya wê dike, her wiha kar û xebata têkildarî têkbirina komên terorîst û milîsên çekdar berdewam dike û bi vê yekê parastina ewlehiya gelê Lîbyayê misoger dike.

Di heman demê de Samih Şikrî bi lêv kir ku rêya çareseriya siyasî ew e ku destwerdanên derve yên ji Lîbyayê re bi dawî bibin û komên tundrew têk biçin, ji ber ne tenê gefan li Misirê dixwe, lê belê gefan li ewlehiya dewletên nêzî Deryaya Spî dixwe, li ewlehiya herêmî û navneteweyî pêk ve dixwe.

(eh)


Mijarên Din