Misir: Binpêkirinên Tirkiyê zirarê digihîne ewlehî û aştiya herêmê

Misir binpêkirinên Tirkiyê ji serdestiya xaka Iraqê şermezar kir ku got, binpêkirinên domdar ên Tirkiyê zirarê dighîne ewlehî û aştiya herêmê.

Wezareta Derve ya Misirê têkildarî binpêkirinên Tirkiyê ji serdestiya xaka Iraqê daxuyanî da.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ev binpêkirinên red kirî ne, dibe ku zirarê bighîne aştî û ewlehiya herêmî

Her wiha daxuyand ku "Dûbarebûna mîna van kiryarên dijber rastiya rewşa ku Tirkiyê niyet dike li ser hemûyan ferz bike, diyar dike, Misir gelek caran ev îsbat piştrast kir ku Tirkiyê jêdereke sereke ji jêderên ne îstîqrara herêmê ye."

Misir piştevaniya xwe bi Iraqê û hikumeta wê yên li hemberî "Provokasyonan" diyar kir û bang li hemû aliyên iraqî kir ku bi kar û gotin rêzê ji serdestiya Iraqê re bigire.


Mijarên Din