`Mirovê li welatê xwe bê rûmet dijî mirin jê re çêtir e`

Ji bo parastina axa xwe çek rakir û teqez dike ku berxwedana li hemberî dagirkeran şanaziyek bêhempa ye û şehadeta di wê rêyê de serfirazî û rûmet e û dibêje: "Mirovê ku li welatê xwe bê rûmet dijî mirin jê re çêtir e."

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên ji bermahiyên DAIŞ û Cebhet El-Nusra bi dijwarî bi tevahiya çekên giran û qedexekirî mîna fosforê spî êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Hêzên Sûriye Demokratîk li hember van êrişan li berxwe didin.

Di encama hedefgirtina balafiran û topan de bi taybet bajarên Serêkaniyê û Girê Spî û gundewarên wê, zêdetirî 300 hezar sivîl ji gund û bajarên xwe neçar mane koçber bibin.

Şêniyê bi navê Ebû Elî(50) ji şêniyên bajarê Qamişloyê ye. Ji bo parastina axa xwe çek rakiriye û dibêje: "Min kirinên Erdogan û çeteyên wê der heqê gelê me de ji darvekirinên meydanî û talankirina milkên şêniyan li ser telefizyonê temaşe kir. Lerwa û ji bingeha parastina welat erka hemûyan e û ax şerf û rûmet e, ez tev li nav refên şervanan bûm. Parastina welat li ser me hemûyan heq e çi Ereb an jî Kurd an jî Suryan."

`Mirovê li welatê xwe bê rûmet dijî mirin jê re çêtir e`

Ebû Elî wiha domand: "Ev axa me ye, em lê dimînin û em dest jê bernadin. Em mirov in ji mafê me ye em bi azadî û rûmeta xwe bijîn. Yê ku nikare bi rûmeta xwe li welatê xwe bijî mirin jê re çêtir e. Ez hêvî dikim ku şêniyên vî welatî welatê xwe biparêzin. Me dît DAIŞ`ê çi bi me kir. Lewra heta bi pariyek nan jî bijîn em welatê xwe bernadin. Eger her yek ji me fikirî ku welatê xwe berda wê kî biparêze."

`Tirkiyê û çeteyê wê qirkirina me armanc dikin`

Ebû Elî destnîşan kir ku tevahiya pêkahteyên herêmê bi giyana biratî û hezkirinê dijîn. Gelê herêmê êrişî kesekî nekiriye û got: "Îro em rastî êrişên ku hebûna me armanc dike tên. Tirkiyê û çeteyên wê qirkirina me û dagirkirina herêmên me armanc dikin."

Di nav gotinên xwe de Ebû Elî diyar kir ku pêkhateyên herêmê ji Kurd, Ereb û Suryan xwediyên vê erdê yên resen in. Bi hev re bi rûmet û serfirazî dijîn. Ji erka hemûyan e ku rûmet û serfiraziya xwe biparêzin. Mirina li ser vê erdê jî şeref e û dê serkeftin para xwedî heq be.

`Hêvî dikin şehîd bikevin`

Ebû Elî ev gotin teqez kir: "Şer li ser me ferz bû. Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê êrişî me dikin. Berxwedana li hemberî wan şanaziyek bê hempa ye, şehadeta di vê rêyê de rûmet û serfiraziyek e. Ez hêvî dikim mîna ciwanên ku ji bo parastina me şehîd dikevin,  şehîd bikevim."

Di dawiyê de Ebû Elî got: "Hewaya li ser axa pêşiyên me bi qasî pereyên dinyayê ye. Em bang li ciwanan dikin ku dernekevin derve û welatê xwe biparêzin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din