Mirateya dîrokî ya ji bavê xwe girtiye, diparêze

Andoras Yûsif Hena li Qamişlo bi sedan alavên kevn ên ku ji bavê xwe girtine, li cem xwe parastine û di mîhrîcan û pêşangehan de nîşan dide.

Di serdemên borî de mirovahiyê gelek alavên cuda di jiyana xwe ya rojane de bi kar dianîn. Civakan hin alav afirandine ku bi demê re li gorî pêwîstiyan veguherîn mîrateya civakê. Lê ji ber gelek sedeman alavên kevn nema hatin bikaranîn û di encamê de winda bûn.

Welatiyê bi navê Andoras Yûsif Hena (62) yê ji bajarê Qamişlo, yek ji wan kesan e ku mîrateya pêşiyên xwe ji windahiyê diparêze.

Di mala Andoras de 250 parçeyên kevn hene ku temenê wan vedigere zêdetirî sed salan. Ev parçeyên ku berê di jiyana rojane de hatine bikaranîn, ji pîşeyên xwe wergirtine. Nîvî ji wan ji bavê xwe yê ku beriya 15 salan wefat kiriye, wergirtine. Bavê wî wesiyet lê kiriye ku wan parçeyan biparêze.

Andoras Hena got bavê wî bi dehan parçe ji gundên derdora bajarê Qamişlo kom kirine û wesiyeta parastinê lê kiriye.

Di mala Andoras de alavên kevn ên çandiniyê, destar, tenûreke ji herî, kewiya cilan, mêzîna zêran, mizrefên destan, destarê text ê hêrandina qehweyê, çarox (cureyeke pêlavan e), dewlapa avê, zingil, pereyên Sûrî yên kevn û gelek parçeyên din hene. Her wiha radyoyeke kevn, amûrek ji bo wêneya tîrêjê ya kevnar ji bo pêşandana fîlmên sînemayê diparêze.

DESTEYA ÇANDÊ DERFET DA KU PARÇEYÊN DÎROKÎ NÎŞAN BIDE

Piştî ragihandina Rêveberiya Xweser, eleqeya bi çand û mîraseya gel ji aliyê Desteya Çand û Hunerê ve zêde bû. Di vê çarçoveyê de desteyê mîhrîcan û pêşangeh ji bo pêşandana mîraseya herêmê li dar xistin.

Andoras diyar kir ku pêşangeh û mîhrîcanan derfet dan ku alavên li gel xwe nîşan bide. Her wiha çand û mîraseya şêniyan pê dide nasandin.  Andoras mîraseyên li gel xwe di mîhrîcana dawî ya ku Kevana Zêrîn li Parka Giştî ya bajarê Qamişlo vekiribû, nîşan dan. Pêşangeh bi navê "Werin em bi hev re rojên berê bijîn" hatibû vekirin. Komeleya Ermenî ya bajarê Qamişlo pêşangeh bi rê ve dibir.

‘ALAVÊN KU CIWAN ÎRO PAŞGUH DIKIN, MEZIN BI BÎR TÎNIN‘

Li ser pirsa asta naskirina wî ji alavên kevn ciwanê bi navê Aram Xelîl ê 19 salî mîna gelek ciwanên din navên wan alavan û bikaranîna wan nizane, ji ber ku di dema heyî de nayên bikaranîn.

Nûra Xelîl Îbrahîm (66) jî li ser mijarê got: "Dema em biçûk bûn dayikên me amûrên kevn wekî tenûr, bîro, tevn û hwd çêdikirin û me bi kar dianîn. Lê niha nema tên bikaranîn. Lê hîna ew alav û çawaniya bikaranîna wan, tên bîra min."

Her wiha Nûra anî ziman: "Di wê demê de her tişt me bi destê xwe çêdikirin, ji tiştên me diçand me dixwar. Ji kaniya gund me vediwar, alavên cotkirinê û mal me bi destê xwe çêdikirin. Ji ber vê yekê ew roj rojên xêr û bereketê bûn."

ANHA


Mijarên Din